"Em dixwazin ev der ji turîzmê ra were vekirin"

Çemê Cehnemeyê yê di navbera Îdil û Guçluqonaxa navçeyên Şirnexê da bi tebîeta xwe balê dikişîne û gelê herêmê dixwaze ku herêm ji turîzmê ra were vekirin.

"Em dixwazin ev der ji turîzmê ra were vekirin"

Çemê Cehnemeyê yê di navbera Îdil û Guçluqonaxa navçeyên Şirnexê da bi tebîeta xwe balê dikişîne û gelê herêmê dixwaze ku herêm ji turîzmê ra were vekirin.

Herêma "Çemê Cehnemeyê" ya ku bi operasyonên pê derbeyeke mezin li terorê xistin tê zanîn ji ber pirsgirêka ewlehiyê bi şikeft, kendal, kanyon, gelî, pal, ava çavkaniyan û tebîeta xwe ya kesk a dewlemend va qasî têrê nehat nasandin.

Herêma bi salan di siya terorê da ma bi hewaya hênik, dîmenên wekî kartpostalan merivan şaş û metel dihêle.

Çemê Cehnemeyê bi tebîeta xwe ya ji bo paraşuta berpalê, çiyagerî, raftîng û tekkîngê ciyekî kêrhatî ye li bendê ye ji turîzmê ra were vekirin.

"Navê wê Çemê Cehnemê ye lê belê bi xwe cinet e"

Abdullah Erdoganê li Damlabaşiya gundê Guçluqonaxê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çemê Cehnemeyê ji herêmên her xweş ên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ye.

Erdogan got meriv dibê dîmen, çem û tebîeta herêmê bibîne û wiha pê da çû: "Em bangî hemû turîstan dikin ku bira werin vê derê. Bira werin bibînin ku Çemê Cehnemeyê çiqasî xweş e. Navê wê Cemê Cehnemê ye lê belê bi xwe wekî cinetê ye."

Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Li herêmê heywan diçêrin, di çêm da masiyan digrin, gelek şikeftên tebiî hene. Dema ji jor ra mêze dikin dîmenên xweşik û dar û ber tên dîtin, ava wê zehf xweş xanê dike. Heke rêya vê herêmê were çêkirin meriv ew ê gelekî werin ziyareta vê derê."

"Em dixwazin ji turîzmê ra vekin"

Mecîd Ozdemirê ji gundê Yaxmursuyiyê jî destnîşan kir ku Çemê Cehnemeyê xwedî xweşikahiyan e û ji bo çalakiyên sporê ciyekî kêrhatî ye.

Ozdemir got, "Em dixwazin ev der ji turîzmê ra were vekirin."

Ahmet Çelîkê li Belena gundê Îdilê dijî jî diyar kir ku Çemê Cehnemeyê xwedî dîmenên bêhempa ye.

 "Potansiyel heye ku bibe jeopark"

Doxtor Sedat Çelîkê Hîndekarê Pêşlîsansa Xebitandina Otelan û Turîzmê ya Zanîngeha Şirnexê got ku Şirnex ji hêla turîzma çand û baweriyê herêmeke dewlemend e lêbelê hetanî nika xebateke girîng nehatiye kirin ku tebîeta wê bidin nasîn.

Çelîk bald kişand ku Çemê Cehnemeyê ji xweşikahiyên Şirnexê yek e û wiha pê da çû: 

"Çemê Cehnemeyê cînarê Çemê Dicleyê ye. Xweşikahiya wê ji ya Hesenkêfê paşda namîne. Herêmeke girîng e. Navê wê derê Çemê Cehnemeyê ye, ji ber ku çûyîn û hatin gelekî zor bûye navekî wisa lê kirine. Bi rastî ciyekî wekî cinetê ye. Li aliyê piştê yê Çemê Cihnemeyê jî Kelh û Wargeha Fînîkê hene."

Çelîk got potansiyela herêma Çemê Cehnemeyê heye û ji bo turîzmê bibe navend û wiha axivî: 

"Bi lêkolînên hatin kirin, şiklên li rûyê erdê û potansiyela heye va firsend heye ku bibe "jeopark". Di mijarê da berpirsyarî dikeve ser milên dewletê û sektora taybet. Qet nebe dikarin bi projeyan va vê derê bidin nasîn û turîst werin herêmê."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tîrmeh 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE