''Em dixwazin ku bi birêvebiriya Amerîkayê ya nû ra hevkariya xwe bêtir xurt bikin''

''Em dixwazin ku bi birêvebiriya Amerîkayê ya nû ra hevkariya xwe bêtir xurt bikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan peyama vîdeoyê şand bernameya ji ber ku qenala televîzyonê ya Komîteya Berhêlîkirina Neteweyî ya Tirk Amrîkanê dest bi weşanê kir hat lidarxistin.

Serok Erdogan di peyama xwe da got ku "Di demên dawîn me em hemû ji pêvajoyeke ku dostaniya Tirk-Amerîkanê bi awayekî cidî hat testkirin ra derbas bûn. Me bi taybetî mijara têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê û şaxên wê da ji mitefîqên xwe yên NATOyê piştgirî û piştevaniya hêvî dikir nedît."

Erdogan ev gotin:

"Welatekî ku di mijara demokrasî û azadiyan da xwedan îdia ye ji bo derbekarên qesdî demokrasiyê ra deriyên xwe vekir ev nakokiyeke mezin e. Pêwendiya kesên ku di çalakiya menfûr a dijî Kongreya Amerîkayê da serkêşî kirin bi YPG/PYDya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina dabeşkar ra derketiye holê. Bi taybetî piştî êrîşa terorê ya qelaş a ku hefteya borî qewimî û 13 mirovên me hatin şehîdkirin em ji hemû mitefîqên xwe li benda helwesteke zelal in."

- Serdagirtina Kongreya Amerîkayê

Serok Erdogan got ku "Bi vê êrîşê ra cardin hat fehmkirin ku teror ligel mirovahiyê dijminê demokrasiyê ye jî."

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

"Ne di dahatûya welatê me da ne jî ya di herêma me da ji DEAŞê heta PKKyê, ji FETOyê bigir heta YPGyê ji tu rêxistinên terorê yên destbixwîn ra cî tune. Em wek Tirkiye di wê baweriyê da ne ku bi Amerîkayê ra berjewendiyên me yên hevpar ji îxtilafên me gelekî zêdetir in. Em dixwazin ku bi perspektîfeke mawe dirêj va li ser bingeha qezenc bike- qezenc bike bi birêvebiriya Amerîkayê ya nû ra hevkariya xwe bêtir xurt bikin. Civaka Tirk divê hember her cure fealiyet û weşanên ku dibe ku tesîrî têgihana Tirkiyeyê bike bertek nîşan bide û vê yek ji bo xwe bike helwestek."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE