"Em dixwazin ku Enqere di destên pêbawer da bibêje dewam"

Serok Erdogan: "Li Enqere û Tirkiyeyê qutiya Pandorayê vebûye, em dizanin kî çi kes e."

"Em dixwazin ku Enqere di destên pêbawer da bibêje dewam"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Li Enqere û Tirkiyeyê qutiya Pandorayê vebûye, em dizanin kî çi kes e."

Erdogan beşdarî Merasima Vekirinê ya Ankapark "Wonderland Eurasia"yê bû û xitabî gel kir.

Serok Erdogan destnîşan kir kî çi dibêje bila bibêje çavkaniya hêzê ya herî mezin a gelê Tirk biratî û piştevaniya wî ye û wiha got: "Li dinyayê tu welatekî ku di nav demek evqas kurt da rastî evqas êrîşên giran hatiye û dikare li ser piyan bisekine tuneye."

Erdogan diyar kir ji bo ku bersiva hewce bidin mustewliyên ku ji deh hezaran kîlometro dûr hewl didin ku welatê wan tehdîd bikin divê li sindoqan xwedî derkevin û wiha axivî: "Taybetmendiya herî girîng a vî gelî ew e ku digel çendî tengasiyên ku tên serê wan her carê dîsa dikare rabe ser piyan."

Serok Erdogan destnîşan kir nikarin Enqereyê teslîmî kesên ku bi îmzeyên sexte senedan îmze dikin û wiha got: "Em dixwazin ku Enqere bila di destên pêbawer da bibêje dewam."

Erdogan diyar kir li Enqere û Tirkiyeyê qutiya Pandorayê vebûye û dizanin kî çi kes e û wiha peyivî: "Ne xêr û feydeya vê îtifaqê û ne ne jî xêr û feydeya namzedê wê yê bipirsgirêk ji Enqereyê ra heye. Gel ev lîstik dît, şifreyên dezgehê dîtin. Êdî hûn yê qewimî wekî ku neqewimî nikarin bihesibînin, hûn nikarin heqîqatê bi heqaretê veşêrin, rastiyê bi derewan bigirin, tavê bi heriyê vemalînin, hevkariyên xwe yên qirêj, bazariyên xwe yên xwîndar êdî veşêrin."

Serok Erdogan der barê Îtifaqa Milet da axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev îtifaq di zahirê de wekî ku ji du partiyan pêk tê dixuyê lê belê dema mirov bi hûrgilî lê dinêre mînanî matruşkayê ji navê dabeşkar, marjînal derdikevin. Bêedebên ku li Taksîmê dema bangê de fîtikan lê dixin derdikevin. Di kûrahiya îtifaqê da Pensîlvanya derdikeve û şaxên Qendîlê derdikevin. Dema li ser pêş û paşiya îtifaqê lêkolîn tê kirin torên berjewendiyan, şebekeyên menfeatê derdikevin holê. Dema mirov bi baldarî li îtifaqê dinêre bazariyên xwînî û qirêj ên ku bi şaxên rêxistina terorê ya dabeşker ra hatine kirin derdikeve holê. Di vê îtifaqê da herkes heye lê tenê milet tune."

Erdogan balê kişand ser namzediya Mansur Yavaş ya bo Enqereyê û wiha peyivî: "Şûna ku bi awayekî durist bersiva pirsan bide direve, êrîşî rojnamevanan dike, dimizmize û tu fêydeya vê ji tu kesî ra tune. Helbet dê birayên min ên Enqereyî hesabê vê jî di sindoqê da bipirsin."

Serok Erdogan eşkere kir ku Ankapark "Wonderland Euroasia" dê heta şeva 31ê Adarê bêpere xizmetê bide.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE