"Em dixwazin Turkiyeyê di warê çêkirin û hilberîna her cure motoran da bikin dewleteke mînak"

"Bi saya projeyên pêşvabirina motoran bi veberhênan û qabiliyetên bên bidestxistin TEÎ wê di warê xwe da li welatê me bibe mînak."

"Em dixwazin Turkiyeyê di warê çêkirin û hilberîna her cure motoran da bikin dewleteke mînak"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em gav bi gav nêzîkî hedefa xwe dibin ku dixwazin Turkiyeyê di serî da esmanî di warê çêkirin û hilberîna her cure motoran da bikin dewleteke mînak."

Erdogan ji Qesra Wehdeddîn bi weşana zindî beşdarî "Merasima Vekirinê ya Navenda Çêkirin û Teslîmkirinê ya TEÎ-TS1400 ya Yekem Motora Firokeyê ya Neteweyî" bû ku li Eskîşehirê hat lidarxistin.

Serokomar Erdogan diyar kir bi van projeyan di pîşesaziya parastinê da derbasî heyameke nû dibin û wiha got: "Bi saya projeyên pêşvabirina motoran bi veberhênan û qabiliyetên bên bidestxistin TEÎ wê di warê xwe da li welatê me bibe mînak."

Erdogan got em gav bi gav nêzîkî hedefa xwe dibin ku dixwazin Turkiyeyê di serî da esmanî di warê çêkirin û hilberîna her cure motoran da bikin dewleteke mînak.

Serokomar Erdogan der barê peymanên bi Qeterê ra hatine kirin da wiha axivî: "Bi projeyên xwe yên pîşesaziya parastinê dema em bi Amerîka, Îngilistan, Almanya û gelek dewletên din ra çawa şirîkatiyê dikin ne kêm û ne jî zêde bi Qeterê ra jî heman tiştî dikin."

Erdogan diyar kir sedemên rastîn yên êrîşên ku ji ser fabrîqeya li Arifiyeyê ra dijî Hêzên Artêşa Turkiyeyê tên kirin dizanin û wiha pê da çû: "Kesên bi salan Hêzên Artêşa Turkiyeyê ji bona faşîzma yekpartiyê bidomînin wek mertal emilandin niha jî li hember vê saziya ku tenê bûye artêşa gel û dewletê tehemûla wan tuneye. Em sedema vê jî baş dizanin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di dewirkirina ji sedî 10ê hîseyên Borsa Stenbolê da hişmendiya ku li gor menşeyê li veberhênê mêze dike û neyartiya veberhênanê dike cardin xwe nîşan daye û wiha got: "Em ê destûrên nedin buxtanên kesên di heyata xwe da nizanin fabrîqe, hilberîn, proje, welat, gel, arizîkirin û dewirkirina dezgehan çi ne ku dixwazin rê li ber Turkiyeyê bigirin."

Erdogan diyar kir dixwazin bi wesîleya Serokatiya Pîşesaziya Parastinê û komîteya îcrayê pergaleke kordînasyonê ya hê hêzdar ava bikin û wiha peyivî: "Di polîtîkayên aboriyê yên ku dimeşînin da mîna hemû qadan di warê pîşesaziyê da hedefên me yên demkî û dûr û dirêj hene."

Serokomar Erdogan der barê nîqaşên li ser fabrîqeya tank paletê da jî wiha got: "Bi her tiştên xwe maliyeta vê tesîsê encax 250 milyon dolar e. Kesê ku ji vê fabrîqeyê ra bibêje 20 milyar dolar ya di emrê xwe da fabrîqe nedîtiye yan jî nizane 20 milyar dolar tê kîjan wateyê. Yanê em bi buxtaneke bêbingeh ra rû bi rû ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE