"Em dizanin bê ka Adil Oksuz li ku derê ye"

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "(Adil Oksuzê qaşo melayê Artêşa Tirk ê FETOyê) Em dizanin bê ka li ku derê ye"

"Em dizanin bê ka Adil Oksuz li ku derê ye"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu beşdarî bernameya Kanal 7ê bû û pirs bersivandin.

Soylu der heqê 5 hezar û 149 bikarhênerên Bylockê yên ku nû hatine tesbîtkirin û tê da hezar û 387 xebatkarên qamûyê jî hene da wiha got, "Weke matrûşkayê ne, hûn vedikin, cardin vedikin, hûn ji nava her yekê hin encaman bi dest dixin."

Wezîr Soylu diyar kir ku FETO ne tenê rêxistineke terorê ye, di heman demê da rêxistineke îstixbaratê ye.

Soylu destnîşan kir, ew dizanin ku Adil Oksuzê qaşo îmamê Artêşa Tirk ê FETOyê li ku derê ye û li ser pirsa "Hûn piştrast dikin ku li Almanyayê ye?" jî wiha got, "Bira li cem me bimîne."

Soylu diyar kir ku dewlet û rêxistinên îstixbaratê yên navneteweyî rêxistinên terorê bi kar tînin û wiha dewam kir: "Lê cara ewil dewletek rêxistineke terorê bi rê va dibe, Amerîka. Cara ewil rêxistineke terorê xwe rêvebirina xwe dide destê dewletekê û stratejiya xwe ava dike, zimanê xwe ava dike û têkiliyên xwe datîne."

Soylu got ku Tirkiyeyê ji nîvê sala 2016an vir va ji bo mensûbên PKKya rêxistina terorê "metoda qanîkirinê" disepîne û wiha dewam kir:

"Em di vê mijarê da weke zanîngehekê xebitîn. Em bi 5 hezar û 300 malbatî ra diaxivin. Cendirme û polêsên me ne tenê li Tirkiyeyê, bi 5 hezar û 300 malbatên ku ne li Tirkiyeyê ne ra jî diaxivin. Me û malbatên wan me di nav 3 salan da ji 600î zêdetir mensûbên rêxistina terorê qanî kirin û anîn teslîmî edaletê kirin. Ev serkeftineke mezin e. Vê gavê jimara beşdariya rêxistina terorê bû 111. Me tenê îsal 235 kes bi qanîkirinê anîn."

Wezîr Soylu diyar kir ku di dewra AK Partiyê da tiştên ku berê nedihatin axaftin, li ser hatin axaftin, tiştên ku nehatin kirin, hatin kirin û wuha dewam kir, "Ji vir 10 sal berê merivan digot, 'Ez Kurd im, lê...'. Kê bi Kurdî xeberda terse ters li wan dinhêrîn. Niha wisa nîne. Ev hemû şoreş in. Îro her kes bi rehetî dibêje 'ez jî Kurd im'. Tu tirs û fikareke wan tuneye. Ev bi serê xwe şoreşek e."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE