"Em dîsa bi ferqeke mezin bûn partiya yekem"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bi MHPyê ra em di mijara îtifaqan da jî bûn yekem."

"Em dîsa bi ferqeke mezin bûn partiya yekem"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bi MHPyê ra em di mijara îtifaqan da jî bûn yekem."

Erdogan li Qesra Huberê ya li Tarabyayê ku encamên hilbijartinê teqîb dikir daxuyanî da rojnamevanan.

Serok Erdogan destnîşan kir Tirkiyeyê hilbijartinên 31ê Adarê bi helwesteke demokratîk temam kir û wiha got: "Ez ê bêhneke din ber bi Enqereyê va derkevim rê, ez ê li navenda giştî axaftina şaneşînê ya ku bûye kevneşopî bikim û encamên hilbijartinê binirxînim."

Erdogan diyar kir encamên hilbijartinê ji bona gel, dewlet, bajar û taxên me li ser xêrê bin û wiha got: "Miletê me careke din bi rêjeya beşdariyeke zêde îradeya xwe nîşan da û çû ser sandoqê."

Serok Erdogan destnîşan kir bi MHPyê ra di mijara îtifaqan da jî bûne yekem.

Erdogan diyar kir wek AK Partî ji hilbijartinên 3yê sermaweza 2002yan vir va dîsa bi ferqeke mezin di hilbijartinan da bûn partiya yekemîn û wiha got: "Ez wisa dibînim ku gelê me peyama me ya der barê meseleya beqayê da gelekî baş fehm kiriye."

Serok Erdogan diyar kir li welatê me wê hilbijartineke din di Hezîrana 2023yan da çêbibe.

Serok Erdogan destnîşan kir yên hewl didan ku yekîtî û bihevrebûna gelê me xira bikin û bi welatê me çok bidin vedan cardin têk çûn û wiha axivî: "Li cihê me qezenc kir ji bo em bikevin çavê gelê xwe û li cihên em bi ser neketin jî divê em qebûl bikin ku di vê mijarê da em bi ser neketin û li gor vê şêweya tevgera xwe diyar bikin."

Erdogan diyar kir di rojeva me da bernameyeke reforman ya gelekî girîng heye û got ku hê rêyeke dûr û dirêj li ber me ye û em ê hê jî di ber vî gelî da xwêdan bidin.

Serok Erdogan destnîşan kir van encaman nîşan da ku xwîşk û birayên me yên Kurd îradeya xwe radestî wan kesên pişta xwe spartine rêxistinên terorê û derketine meydanê, nekirin û wiha dewam kir: "Em ê bi taybetî têkoşîna xwe ya dijî terorê bidomînin û ji bo ku welat û herêma xwe bikin girava aramiyê xebatên xwe bidomînin."

Serok Erdogan diyar kir dibe ku AK Partî û Îtifaqa Cumhûr hin şaredarî hildabin û hinek jî ji dest dabin û wiha got: "Her qezenc û her jidestdan teqdîra gelê me ye. Ya rastî ev jî lazimtiya demokrasiyê ye. Dibê were qebûlkirin."

Erdogan di berdewamiyê da wiha peyivî: "Ev rêya em wek Îtifaqa Cumhur derketin bi taybetî jî ez ji Birêz Bahçelî û hevalên pê ra xebitîn û ji hemû hevalên xwe yên ku em bi hev ra xebitîn ra spas dikim."

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE