"Em ê li Tirkiyeyê mal û milkên wezîrên Amerîkayê bidin sekinandin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez îro telîmatê didim hevalên xwe. Heger hebe em ê li Tirkiyeyê mal û milkên Wezîrê Karên Navxweyî û Edaletê yên Amerîkayê bidin sekinandin."

"Em ê li Tirkiyeyê mal û milkên wezîrên Amerîkayê bidin sekinandin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez îro telîmatê didim hevalên xwe. Heger hebe em ê li Tirkiyeyê mal û milkên Wezîrê Karên Navxweyî û Edaletê yên Amerîkayê bidin sekinandin."

Serok Erdogan li Salona Sporê ya Eqnereyê di Kongreya Asayî ya 5emîn ya Şaxa Jinan a AK Partiyê da axivî.

Erdogan destnîşan kir em îro kongreya asayî ya Şaxa Jinan ya Navenda Giştî ya partiya xwe çêdikin û wiha got: "Di 18ê mehê da jî em ê kongreya asayî ya Navenda Giştî çêkin. Bi van kongreyan em amadehiyên hilbijartinên herêmî ya 2019an didin destpêkirin."

Serokomar Erdogan diyar kir bi pergala serokatiyê Tirkiyeyê asta xwe bilind kir û wiha peyivî: "Em ê pêvajoya li pêş jî bi hev ra bimeşînin. Em ê Tirkiyeyê derxin asta medeniyetên pêşketî."

Erdogan destnîşan kir bira dilê gelê me û xizmên şehîdan rehet be û got me di nav hefteyekê da 56 terorîst berteref kirin û em ê hê jî berdewam bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir heta niha xwîna tu şehîdên me li erdê nemaye û got zû yan jî dereng me ji keriyên kujeran hesabê sûcên kirine pirs kiriye û em ê berdewam bikin.

Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir kesên terorîstan pîroz dibînin û alîkariya rêxistina terorê dikin wê ji nav lepên dewleta me xilas nebin.

Serokomar Erdogan diyar kir bi taybetî piştî bûyera Brunsonê keşeyê li Îzmirê gava ku Amerîkayê avêt bi şirîkatî û hevaltiya stratejîk nakeve û wiha got: "Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê ku 6 caran çûye Amerîkayê û hatiye, girtin û dixwazin em bi hev bidin guherandin."

Erdogan bal kişand ser biryara Amerîkayê ya der barê wezîrên Tirkiyeyê da û wiha got: "Ez îro telîmatê didim hevalên xwe. Heger hebe em ê li Tirkiyeyê mal û milkên Wezîrê Karên Navxweyî û Edaletê yên Amerîkayê bidin sekinandin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji ber bûyera Brunson der heqê wezîrên me yên Karên Navxweyî û Edaletê da dibêjin 'filan kesî ji nêz va teqîb kirine û filan û bêvan kirne' û got mantiqa loma jî em dest didin ser mal û milkên wan yên li Amerîkayê tu mantiq nîne.

Erdogan diyar kir kesên bi zimanê gefxwarinê û sepanên beredayî dixwazin bi Tirkiyeyê paşva gav bidin avêtin ev gel û welat baş nas nekirine.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bona polîtîkaya navxweyî ya Ewropa û Amerîkayê nabe amûr û got Amerîka jî xeletiyên Ewropayê dubare dike û ev tu feydeyê nade.

Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir em dikarin pirsgirêkên bi Amerîkayê ra bi hişmendiya hevaltiya stratejîk û mutefîqiyê li gor menfeetên muşterek çareser bikin û wiha axivî: "Diplomasî bi her awayî dewam dike. Bawer dikim bi hişmendiyeke aqilane em ê qismekî mezin ya pirsgirêkên di navbera xwe da çareser bikin."

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da diyar kir em naxwazin bibin terefê lîstikên wê wenda bikin û got heger îxtilafên edlî û siyasî derbasî aboriyê bibin wê ev zirarê bide herdu terefan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE