Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê zêdebûna bihayên xwarin û xurekan da wiha got, "Heger pêvajoyê wiha bidomînin wê cezayên giran bixwin."
Erdoganê nimêja înê li Mizgefta Hz. Elî kir peyra pirsên der barê rojevê da bersivand.
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê vîrusa mutasyonê da ji bona tevdîrên Kovîd-19ê diyar kir ji ber kêmbûna di hejmara kesên dimirin da zehf hêvîdar e û wiha got, "(Kovîd-19) Rast e, der barê mutasyonê da hin geşedanên neyînî hene, lê înşellah em ê wan jî çareser bikin."
Erdogan der barê alîkariya ji bona esnafên biçûk da wiha got, "Em esnafên xwe yên biçûk jî tenê nahêlin, me alîkarî da wan jî û em didin."
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê zêdebûna bihayên xwarin û xurekê diyar kir gava welatî tengasiyê bikişînin em nikarin tehemil bikin û wiha axivî, "Heger pêvajoyê wiha bidomînin wê cezayên giran bixwin."
Erdogan der barê axaftina xwe ya bi têlefonê ya bi Elon Muskê avakarê Tesla û SpaceXê ra diyar kir berê jî li Kuliyeya Serokomariyê pê ra axiviye û wiha got, "Ji bo em bala xwe bidinê ka em dikarin çi karên muşterek bikin min hevalek wezîfedar kiriye. Wê her gav îrtibata wan bi Elon Musk ra hebe."
Serokomar Erdogan der barê Qanûna Mafên Heywanan da got ku li gor pêvajoyê dibe ku demildest were Meclisê.