"Emê ewladên xwe ji PKKyê ra nehêlin"

Dayikên Diyarbekirê bibiryar in ku ewladên xwe ji nav lepên terorê xelas bikin

"Emê ewladên xwe ji PKKyê ra nehêlin"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandinê revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan revandine çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 582yemîn.

-  "Êdî bes e, bila ev êş xelas bibe"

Ayten Elhamana 4 sal e çavê wê li rêya kurê wê ye got ew dixwaze bigîhêje ewladê xwe û wiha axivî: "Bila kes HDPyê bawer neke. Em êdî HDPyê naxwazin, înşallah ewê bê girtin. Înşallah hemû dayik wê bigîhîjin ewladên xwe. Hemû dayik û ez em ewladên xwe dixwazin. Heta ez ewladê xwe hilnedim ezê ji vir neçim. HDP û PKK ewladên me direvînin çiyê, wan dikin xwarina mar û mişkan."

Elhamanê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Were teslîm bibe. Tu nixûriyê min î. Heta ez te hilnedim, ez ê ji vir neçim. Ez her roj rondikan dirêjim, li odeya te kincên te dinihêrim. Êdî bes e, bila ev êş xelas bibe. Ez, bavê te, xwîşk û birayên te em gişk benda te ne. Înşallah ez ê bigîhîjim te."

- "Wê çekê dayne û were"

Hatîce Leventa ji Kutahyayê ji bo qîza xwe Fadîmeyê beşdarî çalakiyê bûye jî got ew bibiryar çalakiya xwe didomînin.

Leventê wiha got: "Emê ewladên xwe ji PKKyê ra nehêlin. Qîza min heke tu min dibîhîzî bireve û were. Ew der ne cihê te ye. Min pir bêriya te kiriye. Destê te qelemê digirt, lê çek dane te. Wê çekê dayne û were."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE