"Em gihiştin hejmara herî bilind a nexweşan a 1,5 mehên dawîn"

"Hejmara pêketinên me derket ser 1300î. Bi hevberkirina bi duh re hejmara pêketinan ji 40î zêdetir e. Hejmara pêketiyan maweyeke di bilindbûnê de ye, em gihiştin hejmara herî bilind a nexweşan a 1,5 mehên dawîn."

"Em gihiştin hejmara herî bilind a nexweşan a 1,5 mehên dawîn"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Heke hinek hebin ku yafteya neserkeftîbûnê li têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî şewbê bidin, ya nizanin şewb tê çi wateyê yaxud dixwaze siyaseten tiştê dizane jibîr bike.

Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya ku li komelgeha Zanîngeha Bîlkentê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Wezîr derbarê rêjeyên pêketinan de wiha axivî:

"Hejmara pêketinên me derket ser 1300î. Bi hevberkirina bi duh re hejmara pêketinan ji 40î zêdetir e. Hejmara pêketiyan maweyeke di bilindbûnê de ye, em gihiştin hejmara herî bilind a nexweşan a 1,5 mehên dawîn. Rêjeya tijebûna qeryoleyên servîsê ji bo Kovîd-19ê û hemî nexweşên din, ji sedî 51,3, rêjeya tijebûna qeryoleyên beşa nexweşiyên giran ji sedî 64,8, ya ventîlatorê jî ji sedî 31,7 e. Rêjeya gihiştina me bo kesên di zincîra temasê de di nava 45 rojên dawîn de ji sedî 98,9 e."

Koca got, "Heke hinek hebin ku yafteya neserkeftîbûnê li têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî şewbê bidin, ya nizanin şewb tê çi wateyê yaxud dixwaze siyaseten tiştê dizane jibîr bike. Di pêdekirina dermanan de ti kêmasiya me tune. 4 fîrmeyan dest bi berhemanîna dermanên antîvîral a xwemalî kirine. Em di pergala dermankirina li malê de derbasî sepaneke nû dibin. Hekîmên me dê bi saya pergala 'Teletîp'ê dê raste rast peywendiyê bi nexweşên xwe re deynin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca destnîşan kir ku ji bo vaksîna Kovîd-19ê li Tirkiyeyê 13 xebatên cuda tên kirin, 3 ji wan di asteke pêşketî de ne.

Koca bal kişand ser rênimayên Kovîd-19ê û got, "Li seranserê Tirkiyeyê derbarê kesên 65 salî û mezintir astengkirinek tune ye. Ev biryar ji wîlayetan re hat berda

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE