"Em hemû hêza xwe didin ser zeximkirina aboriya xwe ya nû ku li ser îstixdam û îstiqrarê ye"

Erdogan di Lijneya Giştî ya Asayî ya 12emîn ya Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê (ASKON) da axivî.

"Em hemû hêza xwe didin ser zeximkirina aboriya xwe ya nû ku li ser îstixdam û îstiqrarê ye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em êdî hemû derfet û hêza xwe didin ser bicîkirin û pêşvabirina aboriya xwe ya nû ku li ser îstixdam û îstiqrarê hatiye avakirin."

Erdogan di Lijneya Giştî ya Asayî ya 12emîn ya Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê (ASKON) da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ku êdî hemû derfet û hêza xwe didin ser bicîkirin û pêşvabirina aboriya xwe ya nû ku li ser îstixdam û îstiqrarê hatiye avakirin û wiha axivî, "Armanca me ew e ku karsaz û welatî mehek, 6 şeş meh, salek û 3 sal pêşiya xwe bibînin û bigihêjin ewlehî û îstiqrarê."

Erdogan der barê kurên dowîzê da diyar kir ji ber ku hesabên dawiya salê tên kirin di van rojan da dîsa dilîze, lê ev rewşeke demkî ye û wiha peyivî, "Li gorî nirxandinên me piştî sersalê kurên dowîzê wê dîsa mîna serê vê hefteyê di asteke maqûl da bigihêjin îstiqrarê. Ez ji welatiyên me dixwazim ku teserûfên xwe li gorî pakêta ku me eşkere kir di pereyê me da bihêlin û hemû kar û barên xwe bi pereyê me bikin. Li gor nîşaneyan em dibînin ku piştî sersalê wê him şirketên me û him jî welatiyên me hê leztir bi pereyên me kar û barên xwe bikin. Gava em pereyê xwe wek mîzan qebûl nekin em ê daîm mehkûmî topavêtinê bin. Em ê bi Lireyê Tirkan kar û barên xwe bikin."

Serokomar Erdogan got ku ji bona kurên dowîzê ji ber daxwazên navxweyî bi lezûbez derî rasyonelîteyê ranebe û nekeve û ji bona rê li ber bigirin me tevdîr hildane û em ê hildin.

Erdogan diyar kir şikir di warê budçeyê da tu tengasiyeke wan tuneye û got ku heta em ji texmînan hê baştir salê diqedînin.

Serokomar Erdoganê bangî welatiyên ku zêrên wan hene kir wiha pê da çû, "Welatiyên me yên ku ji bona teserûfê zêr kirine em ji wan dixwazin ku bira zêrên di destê xwe da tevlî pergala me ya fînansê bikin. Gava em 5 ton zêrên ku di binê balîfan da ye tevlî aboriya xwe bikin wê hêza dewlet û gelê me hê zêde bibe."

Erdogan diyar kir kesên bi ber bayê pêlên di kurên dowîzê da ketin çawa bi fatûreyeke mezin ra rû bi rû man rewşa kesên bihayan zêde dikin jî wê wan cudatir nebe.

Serokomar Erdogan got ku ez careke din dibêjim û dixwazim ku welatî û karsazên me destekê bin vê pêngava me ya dîrokî.

Erdoganê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir wiha got, "Şexsê ku serokatiya CHPyê dike ji xwe ra kiriye edet ku gefê li wezîfedarên dewletê dixwe û bi ser saziyên dewletê da digire ku ev nijdevaniya siyasî ye. Şexsê ku serokatiya CHPyê dike bi van hereketên xwe yên mîna nijdevanan armanca wî ew nîne ku ji saziyan agahî hilde dixwaze tevlihevî û teşqeleyê derxe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE