“Em ê hemû îmkanan bikar bînin”

Altun: Di micadeleya beqayê de em ê îmkanên ragihandinê bikar bînin

“Em ê hemû îmkanan bikar bînin”

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun got di micadeleya beqayê de em ê hemû îmkanên ragihandinê bikar bînin. Altun di mijara têkoşîna li dijî terorê de jî axivî û got: hin kes dixwazin korîdora terorê ava bikin. Tirkiye di vê mijarê de jî wê guh nede gefên ti kesî û karê xwe bi xwe bike.

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettin Altun derbarê geşedanên li ser sînor de axivî.

Got tu welat di politikaya Sûriyê de wekî Turkiyê ne bi îstîqrar e.

Altun got: Turkiyê êdî hêzeke kurewî ye. Turkiye di her warî de dikare alternatîfan bibîne."

Altun li ser têkiliyên bi Emerîkayê re jî axivî û got li hemberî van gotinan sekna Tirkiye zelal e.

Bedelên gavên li dijî Turkiyê ji yên li gorî Turkiyê girantir in. Emerîka vê yekê çiqas zû fêm bike ji bo wê ewqas baş be.

Turkiye li hemberî korîdora ku dixwazin ava bikin guh nade ti tehdîtê û bi xwe wê li çareya serê xwe binêre.

Fahrettin Altun di mijara kuştina Cemal Kaşikçi de jî xeber da û got Turkiyê gotinên propagandaya nerast pûç kirin.

Ger serokê me ji vê cinayetê re dengê xwe dernexistibûya û ewqas bîryardarnebûya, dê serê wê cînayetê bigirtina.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE