"Em ê heqê xwe ewladên xwe ji wan bistînin"

Ji dayikên Diyarbekirê bo malbatên li Muşê yên ku zarokên wan hatine revandin piştgirî

"Em ê heqê xwe ewladên xwe ji wan bistînin"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin. 

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 596emîn. 

Malbatan bi dîmen bi malbatên li Muşê ra axivîn ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê di çalakiya rûniştinê da ne. Di axaftinê da malbatan diyar kir ku ew ê heya dawiyê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Ayşegul Biçera dayik di daxuyaniya xwe ya piştî axaftinê da diyar kir, li parêzgehên Rojhilat û Başûrê Rojhilat wekî malbatên ku zarokên wan hatine revandin, wan li ber PKKyê serî netewand.

Biçerê diyar kir ku ew ewladên xwe dixwazin û wiha dewam kir, "Em ê heqê xwe ewladên xwe ji wan bistînin. Li Mûş, Van, Hakkari, Şırnak, Diyarbekir û heta Almanyayê me biryar da û em ê bi hevra PKK û HDPyê bi dawî bikin."

Biçerê got ku ew piştgiriyê didin malbatên li Muşê jî û wiha dewam kir, "Ji ber şewbê em nikarin biçin cem wan. Lê dilê me bi wan ra ye."

Malbatan dû ra li dijî rêxistina terorê PKKyê û her wiha HDPyê durişm berz kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE