"Em heqên xwe yên li gor hiqûqa navneteweyî diparêzin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Akarê di merasimê da axivî ji bona biryara Senatoya Amerîkayê ku bi pêşniyaza biryarê ya bûyerên der barê Ermeniyan yên di 1915an da wek "komkujî" qebûl kir wiha got: "Di vê mijara dîrokî da biryara siyasetmedaran û ev îdia karekî bêbingeh e."

"Em heqên xwe yên li gor hiqûqa navneteweyî diparêzin"

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê mutabaqata Libya û Tirkiyeyê da wiha got: "Mutabaqata bi Libyayê ra binpêkirina heq û hiqûqa dewletên sêyemîn nîne. Em tenê heqên xwe yên li gor hiqûqa navneteweyî diparêzin."

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler ji bona beşdarî "Merasima Mezûniyet û Pîlot Broveyê" bibin hatin Fermandariya Baregeha Jetê ya Sereke ya 2yemîn ya li Çîgliyê û ji hêla Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz, Waliyê Îzmirê Erol Ayyildiz, Fermandarê Artêşa Egeyê Korgeneral Alî Sîvrî û rayedarên din va hatin pêşwazîkirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akarê di merasimê da axivî ji bona biryara Senatoya Amerîkayê ku bi pêşniyaza biryarê ya bûyerên der barê Ermeniyan yên di 1915an da wek "komkujî" qebûl kir wiha got: "Di vê mijara dîrokî da biryara siyasetmedaran û ev îdia karekî bêbingeh e."

Akar der barê biryara Senatoya Amerîkayê da got ku li arşîvan mêze bikin, wê her kes bibîne ku eleqeya vî gelî ku dîroka wê pak e bi tu awayî bi tiştekî wiha ra tuneye.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji bona mutabaqata bi Libyayê ra diyar kir binpêkirina heq û hiqûqa dewletên sêyemîn nîne û got ku em tenê heqên xwe yên li gor hiqûqa navneteweyî diparêzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE