"Em ê her cure alîkariyê bidin gelê Efxan"

Serok Erdogan piştî nimêja înê daxuyanî da çapemeniyê.

"Em ê her cure alîkariyê bidin gelê Efxan"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Li Sûriyeyê têkoşîna me ji niha û pê da jî wê hê cudatir bidome."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hezretî Elî kir di pey ra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan ji bona êrîşên terorê yên li Sûriyeyê got ku têkoşîna me ji niha û pê da jî wê hê cudatir bidome.

Erdogan der barê hevdîtina heyeta Talibanê û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu da diyar kir him ji hêla alîkariya însanî va û him jî ji bona hevkariya di pêvajoya nû ya li Efxanistanê da daxwazên wan çêbûn û wiha axivî, "Li gor daxwazan em ê her cure alîkariyê bidin gelê Efxan.Me xebitandina Balafirgeha Kabulê dimeşand. Heger di vê pêvajoyê da lihevkirin çêbe Tirkiye, Qeter û Efxanistan wê gavên bi vî rengî biavêjin."

Serokomar Erdogan der barê qeyrana vejenê ya Ewropayê da wiha got, "Vê gavê tengasiyeke me ya wiha tuneye, me tevdîrên xwe hildane û em ê ji niha û pê da jî hildin."

Erdogan ji bona îdiaya wê kuştinên siyasî çêbin da got ku wek îqtidar em firsendê nadin ku li welatê me kuştineke siyasî ya bi vî rengî çêbe û em rê nadin buxtanên wiha.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE