"Em ê her cure hewlê bidin da ku Dewleta Tirk a Qibrîsê di kurtedemekê da bigihîje naskirineke berfireh"

Erdogan di bernameya eydaniyê da ya teşkîlatên AK Partiyê yên 81ê parêzgehan ku bi rêya vîdeo konferansê va hat kirin, axivî.

"Em ê her cure hewlê bidin da ku Dewleta Tirk a Qibrîsê di kurtedemekê da bigihîje naskirineke berfireh"

Serokomar  û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, şewb her çiqas li hin welatan bi varyantên nû dîsa zêde bûbe jî, lê Tirkiye hê neketiye nav penceyên vê tehdîdê.

Erdogan di bernameya eydaniyê da ya teşkîlatên AK Partiyê yên 81ê parêzgehan ku bi rêya vîdeo konferansê va hat kirin, axivî.

Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe da eyda endamên partiyê pîroz kir û wiha got, "Di van rojên bimbarek ên eydê da Xwedê qurbanên we, ibadetên we, xêr û xêratên me qebûl bike. Daxwaza min ji Xwedê ew e ku gelek eyd, rojên bimbarek, aram û tendurist nesîbî me yên ku em li vir kom bûne û her wiha nesîbî hemû Misilmanan û mirovahiyê bike."

Erdogan wiha axivî, "Em ê her cure hewlê bidin da ku Dewleta Tirk a Qibrîsê di kurtedemekê da bigihîje naskirineke berfireh. Êdî tekane teleba li ser maseyê ya Tirkên Qibrîsê ya di hevdîtinên navneteweyî da naskirina statuya dewleta wan e. Hemû pêşniyazên din ên ji xeynî vê êdî ne li dar in."

Serokomar Erdogan li ser belavbûna varyantên nû yên Kovîd-19ê da jî wiha got, "Şewb li hin welatan bi varyantên nû dîsa zêde dibe, lê li Tirkiye hê neketiye nav penceyên vê tehdîdê."

Erdogan der heqê nirxandina di cih da ya çavkaniyên mirovan da jî wiha got, "Ciwanên me di serî da ji bo nirxandina bi awayê herî baş a çavkaniya însanan a welatê me, em bi hemû saziyên xwe hewleke mezin didin."

Erdogan ji bo dilnexwazên Tirkiyeyê jî ev yek anî ziman, "Yên hewl didin welatê me ji xeta demokrasî û pêşketinê derxin ya ku 19 sal e didomîne û xwe amade dike derbasî pêngavên nû bibe, dizanin ku ketin çiva dawîn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE