“Em her tim emanetî hev in”

Ji bo zarokên xazî û şehîdan alîkariya perwerdeyê hat dayîn...

“Em her tim emanetî hev in”

Ji bo zarokên şehîd û xaziyan bi tevahî 44 milyon lîre alîkariya perwerdeyê hat dayîn. ji vê alîkariyê 18 hezar 295 kesan sûd wergirt. Wezîra Malbat, Xebat û Polîtikayên Ciwakî Zehra Zümrüt Selçukê got, em ê her tim piştgiriyê bidin zarokên xazî û şehîdên xwe.

Bêyî ku ew daxwaz bikin qeydên wan ên xwendekariyê hatin tespîtkirin.

kesên ku wê sûd werbigrin hatin diyarkirin.

Ji bo zarokên şehîdan, xazî û zarokên wan 44 milyon û 77 hezar lîre alîkarî hat dayîn.

Alîkarî hat şandin hesabên 18 hezar û 295 kesî.

Wezarata Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî daxuyanî da.

Ji bo heyama perwerdeyê ya 2018-2019an,hûrgiliyên alîkariyê yên ji bo zarokên şehîd û xaziyên herb û wezîfeyê hatin parvekirin.

Alîkarî her sal, li gorî asta wan tê dayîn.

Îsal serê her kesî ji bo dibistana seratayî hezar û 769 lîre, ji bo lîseyê 2 hezar 653 lîre û ji bo xwendina bilind jî 3 hezar 538 lîre wê bê dayîn.

Wezîra  Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrit Selçukê got, yên ku asta perwerdeya wan nehatiye tespîtkirin ger serî lê bidin wê ji wan re jî alîkarî bê kirin.

Seçukê got “ em ê her tim alîkariya zarokên şehîd û xaziyan bikin, em her tim emanetî  hev in.”

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 11:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE