Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em di nav amadehiyê da ne ku him polîtîkayên xwe yên aboriyê zexim bikim û him jî asta demokrasî û azadiyan bilind bikin û di jiyana rojane da heyata gelê xwe hêsan bikin."
Erdogan li Navenda Kongre û Fuarê ya TUYAPê di Fuara MÛSÎAD EXPOyê ya 18emîn da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku wek dewlet em him hewl didin tenduristiya gelê xwe biparêzin û him jî hewl didin ku hilberîn û îstixdam bênavber bidome.
Erdogan diyar kir di têkoşîna dijî şewbê da çi hewce dike dikin û li gor pêşniyazên zanyaran gavên ku hewce dikin diavêjin û wiha got: "Di heyameke ku pêla 2yemîn ya şewbê hemû dinyayê daye ber xwe da rewşa me dîsa baş e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku biryardar in ku şert û mercan rast binirxînin û vê pêvajoyê veguherînin firsendan.
Erdogan diyar kir kesên ku naxwazin bi wan ra destûreke bingehîn ya nû amade bikin peyra derket holê ku bi hêzên tarî ra ketine nav hewldanê û wiha axivî: "Em biryardar in ku ku di warê aborî û hiqûqê da welatê xwe derbasî heyameke nû ya pêşketinê bikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir faîz sedem e û enflasyon jî encam e û got ku divê em wiha bizanibin.
Erdogan diyar kir di nav amadehiyê da ne ku him polîtîkayên xwe yên aboriyê zexim bikim û him jî asta demokrasî û azadiyan bilind bikin û di jiyana rojane da heyata gelê xwe hêsan bikin û wiha peyivî: "Der barê pakêtên darazê yên nû da amadehî didomin. Em ê di demeke kurt da wan jî bînin rojeva Meclisê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir beriya her tiştî divê teserufên xwe yên li dervayî welêt bînin welatê xwe û wiha peyivî: "Em ê hilberînerên xwemalî û navneteweyî çalak bikin û bi lez û bez veberhênanên ku di hilberîn û îstixdamê da encamên mayînde çêkin peyda bikin."
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got em amade ne ku bi her kesê ku bi hêz, potansiyel û pêşeroja Tirkiyeyê bawer dikin ra bi hev ra bimeşin.AA