''Em hêvî dikin ku xebatên aşîkirinê heta Gulan-Hezîranê temam bibe''

''Em hêvî dikin ku xebatên aşîkirinê heta Gulan-Hezîranê temam bibe''

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "(Xebatên aşîkirinê) Em hêvî dikin ku heta Gulan-Hezîranê ev kar temam bibe û biqede."

 "(Aşî) bi Rûsyayê ra xeberdana me didome. Heger ji Rûsyayê jî bi heman awayî aşî were em ê rehet bibin."

"(Guherandina rêziknameya dibistanên eskerî) Ev guherîneke zagonî nîne, ev rêzikname ye."

"(Êrîşa dijî mizgeftê) Mixabin Rûm her gav tiştên wiha dikin. Di dema civîna YEyê da ev hat kirin ku sîqilandin e."

"(Guherandina rêziknameya dibistanên eskerî) Wezaret yan jî wezaretên me carinan ji bona hizûra welat û artêşa me guherînên wiha dikin. Ev jî bi vê wesîleyê tê kirin û biryareke wiha hatiye hildan."

"(Derketina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê) Gava ku Serokomariyê avêtiye bi temamî qanûnî ye û wê bi vê gavê jî di rêya xwe da bimeşe."

"(Derketina ji Peymana Stenbolê) Ev biryar di destê Meclisê da nîne. Mixalefet ji tiştên wiha fehm nake. Heger bizanibûna gotinên wiha nedikirin."

"(Derketina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê) Me biryara xwe daye. Em çawa dikevinê wisa jî derdikevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE