"Em ê hêzdarkirina vî welatê li ser mîrata kal û bavan hatiye avakirin bidomînin"

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Erdogan ji bo Şahiya Yorukan û Bibîranîna Ertuxrul Xazî ya Sogutê ya 739an peyam weşand.

"Em ê hêzdarkirina vî welatê li ser mîrata kal û bavan hatiye avakirin bidomînin"

 Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Wekî nûnerên kevneşopiya koka wê di dîrokî da çavê wê li pêşerojê em ê her tim Anadoluyê wekî welat mihefeze bikin, lê xwedî derkevin, hêzdarkirina vî welatê li ser mîrata kal û bavan hatiye avakirin bi aştî û merivtayî bidomînin"

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Erdogan ji bo Şahiya Yorukan û Bibîranîna Ertugrul Xazî ya Sogutê ya 739an peyam weşand.

Serokomar Erdogan diyar kir ku Ertugrul Xazî û Osman Xaziyê kurê wî yên ku li Anadoluya deriyên wê bi Serfiraziya Milazgirê ya 1071ê va hat vekirin erdekî piçûk vegerandin dewleteke cîhanê tîne bîrê.

Erdogan got ku ji ber ku xwediyê şaristaniyeke bingeha wê li Sogutê hat avêtin û li 3 parzemîn û 7 îqliman bi edalet hikûm kir in serbilind in û wiha pê da çû: "Mêrtî, zanatî û pêşdîtina Ertugrul Xaziyê serdarê alperenan tevkariyeke mezin da bingeha şaristaniya me ya qedîm. Osman Xaziyê guh da şîretên Ertugrul Xaziyê bavê xwe û rêvebirên Dewleta Osmaniyan jî li her ciyî bi wekhevî, edalet û xweşbîniyê hikûmê xwe domandin."

Serokomar Erdogan peyama xwe wiha domand: 

"Wekî nûnerên kevneşopiya koka wê di dîrokî da çavê wê li pêşerojê em ê her tim Anadoluyê wekî welat mihefeze bikin, lê xwedî derkevin, hêzdarkirina vî welatê li ser mîrata kal û bavan hatiye avakirin bi aştî û merivtayî bidomînin. Ez bawer dikim ku Şahiya Yorukan û Bibîranîna Ertugrul Xazî ya li Sogutê tê lidarxistin ew ê ji bo paşeroj û pêşerojê bibe pireyeke girîng. Bi vî wesîleyê rihma Xwedê ji Siltan Alparslan hetanî Ertugrul Xazî, ji Fatih Siltan Mehmed hetanî Xazî Mustafa Kemal li hemû ecdadên ji bo yekîtî û bihevrabûna welatê me têkoşîn dane û hemû qehremanên me be, welatiyên xwe yên ezîz jî ji dil û can silav dikim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE