"Em ê jî mîna bav û kalan welatê xwe biparêzin"

Eqrebayên gundparêzên şehîd bûne lenet li terorîstên PKKyî kirin.

"Em ê jî mîna bav û kalan welatê xwe biparêzin"

Li Şemdînliya navçeya Hekariyê eqrebayên gundparêzan yên di Herekata Pençe-Yildirimê da şehîd bûne bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan.

Bulent Vermez (37), Veysî Sebîk (44), Kemal Îmece (45) û Avdî Demir (28) di Herekata Pençe-Yildirimê da ji hêla terorîstan va di 25ê tîrmehê da hatin şehîdkirin.

Malbat û eqrebayên wan ên li Şemdinlî û gundê Uguraçanê dijîn êşa kuştina wan dikşînin û li Mizgefta Mezin a li navçeyê û mizgefta gund teziyeyan qebûl dikin.

Eqrebayên wan gotin 8 zarokên Îmece, 7 zarokên Sebîk, 3 zarokên Demir û 2 zarokên Vermez hene.

Ji ber ku jin û zarokên wan êtîm mane malbat lenetê li PKKya rêxistina terorê dikin.

 "Li gundê me 50 zarokên şehîdan hene"

Sînan Demirê kurapê Avdî Demir daxuyand her çar şehîd jî eqrebayên hev bûn, beriya vê jî ji ber êrîşên terorîstan hin kesên din jî şehîd bûn.

Demir got ev êrîş zilm e û wiha axivî: "Dema min xebera şehîdiyê ya gundparêzên me bihîst min bawer nekir. Zarokên wan hatin ber çavên min. Em lenetê li wan (terorîstan) dikin. Çi gunehê wan hebû, welatê xwe diparastin. Agir kete mala çar malbatan. Li dû wan 20 zarok man. Li gundê me 50 zarokên şehîdan hene. Ji destpêka terorê vir va hêsîrên çavên me zîha nebûn. Zarok nizanin çi bûye. Êşeke pir mezin e. Xwedê alîkarê me hemûyan be. Malik li me wêran bû, lê înşelah malik dê li kesekî din wêran nebe. Divê em baştir li van zarokan binêrin. Hinek 7, hinek 8 û hinek jî 3 zarokên wan hene. Înşelah em ê di kurtedemekê da ji vê belaya terorê xelas bibin."

"Em ê jî mîna bav û kalan welatê xwe biparêzin"

Ziyab Sebikê apê şehîd Sebik jî diyar kir ku êşa wan giran e û berê jî kulên bi vî rengî derketin pêşiya wan.

Sebik bal kişand ku peywirdarên dewletê ew tu wextî tenê nehiştin û wiha dewam kir, "20 zarok êtîm man. Terorê agir berda bi sedan, bi hezaran ocaxan. Êş û kula me giran e. Em ê jî mîna bav û kalan welatê xwe biparêzin. Xwedê zewalê nede dewleta me. Xwedê PKKyê qehr bike û firsendê nedê."

Suheyla Demira eqrebeya şehîd Demir jî wiha got, "Kula me giran e. Bulent Vermez berî ku teziya kurê wî bi dawî bibe, şehîd bû. Jina wî jî berî birîna ji ber kur sar bibe, derdê mêrê xwe dît. Di merasimê da zarokên piçûk hebûn, yên hinekan cêwiyên wan hebûn. Meriv qêmîş nedikir li wan binêre. Gava min ew dîtin kezeba min şewitî. Xwedê sebrê bide."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE