"Em ji bo 2071ê ku 1000emîn sala Zafera Malazgirtê ye jî ji bo hedefên mezintirîn derkevin rê"

"Ez spasiya hemû birayên xwe yên ku di vê roja watedar da Ayasofyaya yadîgara fethê mehzûn nehiştin dikim."

"Em ji bo 2071ê ku 1000emîn sala Zafera Malazgirtê ye jî ji bo hedefên mezintirîn derkevin rê"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku çendî fetih, çendî zafer, çendî serkeftinên li gor rizaya wî nesîbê vê gelê bike. Ez spasiya hemû birayên xwe yên ku di vê roja watedar da Ayasofyaya yadîgara fethê mehzûn nehiştin dikim."

Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî "Şayiya Fetihê" ya ku Wezareta Çand û Turîzmê li Ayasofyayê li dar xist bû.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku "Gelekî girîng e ku 567emîn salvegera fethê li Ayasofyaya emaneta Fatîh bi xwendina Sureyê Fetihê û kirina diayan bê bibîranîn."

Erdogan got "Me jiyana xwe jî da vî bajarî. Wek Şaredarê Bajarê Mezin, Serokwezîr û Serokomar her xizmetê ku me ji bo vî bajarî kir ji bo me hem li vê dinyayê hem jî li dinyayê din belgeyeke beratê ye. Înşeallah em ê di 2053ya ku 600emîn salvegera fethê ye ji ciwanên xwe ra Tirkiyeyeke layiqê Fatîhê ecdadê wan bihêlin. Em ji şopa Fatîh çûn û me bi nêrîna ya esil ew e ku dil bên fetihkirin her dem ji bo ku dilan da cî bigirin, dilan xweş bikin xebitîn. Em ji bo 2071ê ku 1000emîn sala Zafera Malazgirtê ye jî ji bo hedefên mezintirîn derkevin rê."

Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku çendî fetih, çendî zafer, çendî serkeftinên li gor rizaya wî nesîbê vê gelê bike. Ez spasiya hemû birayên xwe yên ku di vê roja watedar da Ayasofyaya yadîgara fethê mehzûn nehiştin dikim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE