"Emê ji bo Destûra nû xebata xwe li ser 128 maddeyan bikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Destûra nû de got, "Emê vê xebata xwe li ser 128 maddeyan bikin, emê li ser yên ku divê derkevin, yên bên îlawekirin biaxivin. "

"Emê ji bo Destûra nû xebata xwe li ser 128 maddeyan bikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Destûra nû de got, "Emê vê xebata xwe li ser 128 maddeyan bikin, emê li ser yên ku divê derkevin, yên bên îlawekirin biaxivin. Dema qediya êdî emê pêşkêşî Devlet Beg bikin. Me hewlek da ku herwekî em Lijneya Zanistê ya Destûrê çêkin. Ez dixwazim bi vê lijneyê re em xebatên xwe biajon û bi awayekî berfireh li hev bikin."

Serokomar Erdogan di weşana zindî ya TRTê de daxuyanî dan û bersiva pirsan da.

Erdogan derbarê Destûra nû de got, "Emê vê xebata xwe li ser 128 maddeyan bikin, emê li ser yên ku divê derkevin, yên bên îlawekirin biaxivin. Dema qediya êdî emê pêşkêşî Devlet Beg bikin. Me hewlek da ku herwekî em Lijneya Zanistê ya Destûrê çêkin. Ez dixwazim bi vê lijneyê re em xebatên xwe biajon û bi awayekî berfireh li hev bikin."

 "Destûra vî gelî pêdivê millî û xwemalî be"

Serokomar Erdogan ji bo Îtîfaqa Millet wiha got, "Di amadekirina metnê destûrê ya wan de dê millîbûn û xwemalîbûn nebe. Ma hûnê bi PKKyiyên li ser çiyê re Destûrê çêkin? Dema ku bê gotin Destûra vî gelî pêdivê millî û xwemalî be."

Erdogan herwiha got, "Êdî pergala demokrasiya parlementerî di rabirdûyê de ma. Ji bo gel jî bû rabirdû."

- Hevdîtina digel Serokê DYAyê Joe Biden

Serokomar Erdogan bal kişand ser hevdîtina digel Serokê DYAyê Joe Biden û wiha pê de çû:

"Me amadekariyên xwe yên pêşekî kirin. Em di hevdîtinê de pirsa wê yekê bikin ku ka têkiliyên Tirkiye-DYAyê çima di asteke girjdar de ne. Êdî em bêzar bûn, her ku 24ê nîsanê tê, em li hêviyê ne ka 'Amerîka dê derbarê Ermeniyan de çê bêje?' Ti karê te nema tu parêzeriya Ermeniyan dikî? Yên ku beriya te DYA birêve dibirin ma bi qasî te ev kar nedizanîn? Yekî ji wan jî ev îfade bikar nebir. Heke DYA mitefiqê me ye, dê ev mitefiq li ba me, yan li ba terorîstan be? Mixabin li ba terorîstan e."

"Em dizanin bê Macron li Libya û Sûriyeyê bi kêre jî xebatê dike"

Erdogan li ser Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wiha got, "Kesê ku serekê welatekî endamê NATOyê be û bêje 'mirina mêjî encam da' herhal pêdivê NATO wî bikişîne hesêb. Em dizanin bê Macron li Libya û Sûriyeyê bi kêre jî xebatê dike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE