“Em ê ji disîplîna malî tawîzê nedin”

Albayrak: Em di xebatên ji bo geşkirina ekonomiyê de paş ve gav navêjin

“Em ê ji disîplîna malî tawîzê nedin”

Wezîrê Xezîne û Maliyê Berat Albayrak got “ di dema hilbijartinê de jî em di disîplîna malî de paş ve gav navêjin.” wezîr albayrak got wê di 6 mehên dawî yên 2019an de piyase bên ser hemdê xwe.

Berat Albayrak li Civîna Davosê bû, ji ajansa Reutersê re peyivî.

Bal kişand ser xebatên ji bo geşkirina ekonomiyê.

Albayrak got: “ji gotina min bawer bin, em di disîplîna malî de paş ve gav navêjin.”

Albayrak li ser meseleya Sûriyê jî xeber da.

Got; em bi Emerîka, Rûsya, Îranê û hemû aliyan re diyalogê dikin.

Albayrak ji bo tesîra kirdariyên li ser Îranê jî wiha got: “Ji bo qutkirina îthalata gazê niha tu plana me tune ye. Lê em dixwazin enerjiya ku em ji derve peyde bikin kêmtir bikin.”

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE