''Emê ji sibê pê va pereyên piştgiriya mazot û gubreyê bidin cotkaran''

Wezîr Pakdemirlî: Emê ji sibê pê va pereyên piştgiriya mazot û gubreyê bidin cotkaran

''Emê ji sibê pê va pereyên piştgiriya mazot û gubreyê bidin cotkaran''

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî daxuyand ji sibê pê va ewê pereyê piştgiriya mazot û gubreyê ya ku bihayê wê 4,1 milyar lire ye bidin 2,1 milyon cotkaran.

Pakdemirlî beşdarî civîna nasandinê ya komên çalakiya herêmî ya 15 bajaran a Projeya LEADERê bû.

Pakdemirlî di civîna ku çarçoveya Bernameya Pêşketina Çolter a Yekîtiya Ewropayê (IPARD) da hat lidarxistin da axivî.

Wezîr Pakdemirlî behsa piştgiriya mazot û gubreyê ya ji bo cotkaran kir û wiha got: "Emê piştgiriya mazot û gubreyê ji sibê pê va li 81 bajaran bidin 2 milyon û 103 hezar û 884 cotkarên xwe. Bihayê piştgiriya me 4 milyar û 79 milyon û 656 hezar û 503 lire ye. Kesên hejmara nasnameya wan a TCyê ya dawîn 6 û 8 e an jî hejmara wan a dawîn a nasnameya bacê 1, 3, 5, 6, 7, 8, 9 e sibê piştî saet 18.00î wê bikaribin pereyê xwe hildin. Kesên hejmara nasnameya wan an jî nasnameya wan a bacê ya dawîn 4 e di 2yê Nîsanê da piştî saet 18.00î, yên hejmara nasnameya wan an jî nasnameya wan a bacê ya dawîn 0 û 2 ne jî di 9ê Nîsanê da piştî saet 18.00î wê bikaribin pereyên xwe hildin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE