"Emê Kurdên Sûriyeyê jî di bin zilma PKK/PYDyê da nehêlin"

Serok Erdogan: "Dewleta ku xwedî li êtîm, belengaz, mexdûr û mezlûmê xwe dernekeve, di çavê me da dewlet nîne. "

"Emê Kurdên Sûriyeyê jî di bin zilma PKK/PYDyê da nehêlin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Milet a Beştepeyê di "Merasima Bicihkirina Saziyên Qamûyê yên Welatiyên Kêmendam û Ciwanên Ku Ji Parastina Dewletê Mifadar Bûne" da axivî.

Serok Erdogan li ser kesên ku dewlet xwedî li wan derdikeve got, "Di heyama pêş me da jî li vî welatî em ê xwedî li welatiyê xwe yê bê xwedî, însanê xwe yê mihtac derkevin, em tu kesî bê xwedî û mihtac nahêlin."

Serok Erdogan diyar kir, dewleta ku xwedî li êtîm, belengaz, mexdûr û mezlûmê xwe dernekeve, di çavê wan da dewlet nîne û wiha dewam kir: "Bi heman awayî dewleta ku ewlehî û hizûra welatiyê xwe peyda neke, derfeta xebat, hilberîn û zêdekirina refahê nede welatiyê xwe ew dewlet di nezera me da dewlet nîne."

Serok Erdogan li ser 16 salên dawîn ên Tirkiyeyê sekinî û wiha axivî:

"Çîroka serkeftina Tirkiyeyê ya 16 salên borî tenê di deftera destkeftiyên miletê me da nehatiye nivîsandin. Ev serkeftin di heman demê da li herêma me û li dinyayê ji bo sed hezar milyonan meriv jî bûye hêvî, bûye ronahî. Mexlûmên ku di bin pencê zaliman da dinalin, li sekin, pêşketin û weqera Tirkiyeyê nihêrîn û qudûm kete çokê wan ku ew jî rabin ser piya û kelecanî bûne. Belengazên ku di nav tinebûn, û xizaniyê da nin, refaha ku welatê gihîştiyê ji xwe ra kirine mînak. Gelek civatên ku şerê azadiyê dikin, li têkoşîna ku Tirkiye dijî hemû dinyayê dide nihêrîn û jê feyz hildan û wêrekiya xwe zêde kirin."

"Li Sûriyeyê mijar mijara azadî û yekparetiya axê ye"

Serok Erdogan destnîşan kir ku Li Sûriyeyê mijar mijara azadî û yekparetiya axa Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: "Çawa ku me Erebên Sûriyeyê di destê DEAŞê da nehîşt em ê Kurdên Sûriyeyê jî di bin zilma PKK/PYDyê da nehêlin."

Erdogan got, "Tirkmen jixwe birayên me yên heq in, helbet ewlehî û aramiya wan meseleya me ye." û wiha dewam kir:

"Em ewlehî û hizûra Erebên li Sûriyeyê wek meseleya xwe dibînin. Em pirsgirêka Kurdan wek meseleya xwe dibînin. Em vê gavê çima li Sûriyeyê ne? Ji bo ku em azadiya birayên xwe yên Ereb ên li wê derê îadeyî wan bikin, azadiya birayên xwe yên Kurd îadeyî wan bikin, ne ku ya rêxistinên terorê."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 18:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE