"Em ê li Behra Sipî ya Rojhilat mafên xwe biparêzin"

Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva: "Em ê li Behra Sipî ya Rojhilat mafên xwe biparêzin"

"Em ê li Behra Sipî ya Rojhilat mafên xwe biparêzin"

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ji bo rûsqeta lêgerîna hin qadên petrolê serî lê xist, hemû qad di nav sînorên ku Tirkiyeyê ji Neteweyên Yekbûyî ra gotibûn da cî digre, Tirkiyeyê bikaranîna desthilatdariya xwe ya li van qadan bi biryardarî bidomîne.

Aksoy pirsa li ser daxuyaniya Nîkos Dendîasê Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê ya ji bo serîlêdana rûsqeta çalakiyên sondajê û lêkolîna sîsmîk ya TPAOyê dabû, nivîskî bersivand.

Aksoy wiha pê da çû: 

"Welatê me yê li van qadên gelek caran îlan kiriye mafên xwe yên desthilatdariyê bi biryardarî bi kar bîne. Biryardariya me ya ji bo parastina mafên Tirkên Qibrisê û welatê me yên li Behra Sipî ya Rojhilatê dewam dike."

TPAOyê ji bo 7 qadên petrolê yên li qadên rûsqeta nimareya pafteya wan hatiye eşkerekirin serî lê xistibû ku li petrolê bigere. Ev qadan di nav perava Tirkiyeyê da cî nagrin. Biryara Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Tebiî di 30yê gulanê da di Rojnameya Fermî da hatibû weşandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE