Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got ku "Digel ku hin daxuyanî hene jî niha wisa dixuyê ku F-35 normal dişuxile. Pîlotên me, personelên me yên lênêrînê li Amerîkayê perwerdeya xwe didomînin. Em li bendê ne ku di sermawezê de balafir bêne Meletiyê. Amadehiyên me yên binesaziyê yên ji bo vê hatin temamkirin."
Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Hasan Kuçukyildiz ra duh bi birêvebiriya Komeleya Efserên Teqawîd a Tirkiyeyê (TESUD) û hin efserên muwazaf ra di fîravînê da hat bal hev.
Akar di fîravîna li Sihhiye Ordueviyê da axivî û ev gotin:
"Digel ku hin daxuyanî hene jî niha wisa dixuyê ku F-35 normal dişuxile. Pîlotên me, personelên me yên lênêrînê li Amerîkayê perwerdeya xwe didomînin. Em li bendê ne ku di sermawezê de balafir bêne Meletiyê. Amadehiyên me yên binesaziyê yên ji bo vê hatin temamkirin."
- Navenda kordînasyonê ya hevpar
Wezîr Akar got "(Metna ku bi Wezîrê Parastina Rûsyayê Şoygu ra der barê Îdlibê da hat îmzekirin) Li ser navendeke kordînasyonê ya hevpar xebatên me didomin."
AA