"Em li gundê xwe bextewar in"

Li Mûşê piştî ku ewlehî û aramî pêk hat, welatiyên ku di sala 1993yan da ji ber bûyerên terorê ji gundên xwe koçî navenda bajêr û parêzgehên din kiribûn, vegeriyan ser warên xwe û dest bi çandinî û heywandariyê kirin.

"Em li gundê xwe bextewar in"

Li Mûşê piştî ku ewlehî û aramî pêk hat, welatiyên ku di sala 1993yan da ji ber bûyerên terorê ji gundên xwe koçî navenda bajêr û parêzgehên din kiribûn, vegeriyan ser warên xwe û dest bi çandinî û heywandariyê kirin. 

Welatiyên ku sala 1993yan ji ber bûyerên terorê ji gundên navendê Uçevler, Alaniçi, Arikoy, Înardi, Cevizlidere û Agilliyê koçî deverên cuda kirin, piştî ku aramî hat edilandin, vegeriyan gund û warên xwe.

Xelkê gundê Cevizlidereyê Adem Uysal di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber bûyerên terorê gundê wan 7 salan xalî ma.

Uysal diyar kir ku piştî vegeriya gund, wî dest bi heywandarî û cotkariyê kir û wiha dewam kir:

"Li herêmê herî zêde gundên komî yên Uçevlerê di tesîra bûyerên terorê da man. Em neçar man, me gundên xwe vala kirin. Piştî 7 salan em vegeriyan. Niha hizûra me li cî ye. Em li vê derê penêr, şîr û rûnê nivîşk digirin. Heywanên me hene, mandire tê vê derê û berhemên me werdigire. 6 mehan, em 80 xane li vê derê dimînin. Ji aliyekî din va jî ez bi mozvaniyê ra jî mijûl dibim. Li vê derê tenê kêşeya me ya peywendiyê heye. Têlefonên me nakişînin. Gava nexweşekî me çêdibe an jî bûyerek diqewime, serê me gelekî diêşe."

Ji heman gundî Fener Uygur jî bal kişand ku kêfa wan qet bi jiyana bajêr nehat û wiha got, "Jiyana bajêr em gelekî betilandin. Piştî ku em vegeriyan gund, me hem dest bi heywandariyê kir û hem jî em sezbe û fêkiyên organîk diajon. Em li gundê xwe bextewar in, me aramî li vê derê dît. Em li vê derê ji xwe ra penêr û rûnê nivîşk digirin. Em nanê tendûrê dipêjin. Pirsgirêka ewlekariyê tuneye û aramiya me li cî ye."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE