"Em li Meclisê Qanûna avê amade dikin"

 "Bi nifûsa ku zêde dibe va hewcedariya xurek û vejenê jî zêde dibe. Tesîra guherîna avûhewayê nîşan dide ku di dahatûyê da rîskên mezintir li heviya me ne. Ne mumkin e ku tesîra vê rewşa neyînî li ser welatê me çênebe."

"Em li Meclisê Qanûna avê amade dikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel a Beştepeyê beşdarî Merasima Vekirina 363 Tesîsên Komî û Lansmana Şûraya Avê ya 1emîn bû.

Erdogan got îro du xebatên girîng li vir bi hev ra tên kirin û wiha axivî: "Ewil em nasandina Şuraya Avê ya 1emîn dikin. Di mijara avê da li welatê me û dinyayê niqaşên kûr tên kirin ku ev şura ji ber vê pir girîng e. Ya duyem em merasima vekirina 363 tesîsên ji hêla DSÎyê va hatine çêkirin heye ku emê pêşkeşî gelê xwe bikin. Bi saya van tesîsan 146,5 milyon mêtrokup av tê depokirin, salane 12, milyon mêtrokup ava vexwarinê tê bidestxistin. Rojane 299 hezar mêtrokup av tê parzûnkirin, 418 hezar û 500 dekar erazî ji bo çandiniya avî hat vekirin."

 "Di navbera parastina ava me û parastina welatê me da ji hêla meneyê va tu cudahî tune"

Serokomar Erdogan behsa girîngiya av û hewayê kir û wiha axivî: "Bi nifûsa zêde dibe va hewcedariya xurek û vejenê jî zêde dibe. Tesîra guherîna avûhewayê nîşan dide ku di dahatûyê da rîskên mezintir li heviya me ne. Ne mumkin e ku tesîra vê rewşa neyînî li ser welatê me çênebe. Dema serê merivê bikaranîna avê bê nihêrandin, tê dîtin ku welatê me tengasiya avê dikşîne. Em mecbur in ku çavkaniyên avê yên di destê me da bi cînarên xwe yên wek Iraq û Sûriyeyê ra parve bikin. Di navbera parastina ava me û parastina welatê me da ji hêla meneyê va tu cudahî tune"

"Me ji hêla hilberîna çandiniyê va di dîroka Komarê da rekorek şikênand"

Erdogan anî ziman ew li Meclisê Qanûna avê amade dikin û wiha got: "Em li Meclisê Qanûna avê amade dikin. Piştî zihabûna di 2007an da çêbû me ji bo 81 bajarên xwe plana ava vexwarinê amade kir. Emê rojane 315 hezar mêtrokup avê parzûn bikin û ji bo ku di avdana çandiniyê da dîsa bê bikaranîn emê pêşkeşî însanên xwe bikin.

"Me ji hêla hilberîna çandiniyê va di dîroka Komarê da rekorek şikênand"

Serokomar Erdogan got ji hêla hilberîna çandiniyê va di dîroka Komarê da rekorek hatiye şikênandin û wiha pê da çû: "Di heyama me li dû xwe hîşt ya ku şewb û zîhabûn çêbû da dîsa jî me ji hêla hilberîna çandiniyê va di dîroka Komarê da rekorek şikênand. Hasilata me ya çandiniyê ya li Ewropayê li gor salek berê ji sedî 20 zêde bû û gihîşt 334 milyar lireyî. Di hasilaya çandiniyê da serokatiya me ya li Ewropayê dewam dike. Em ê îsal seba hilberînerên xwe bi tevahî 24 milyar lire piştgiriya çandiniyê bidin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE