Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wê li Rojhilatê Behra Sipî heta dawiyê heqên Turkiyeyê û Tirkên Qibrîsê biparêzin û di vî warî da tawîzan nedin.
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Azerbaycanê Ceyhan Bayramov piştî hevdîtina li Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir wê li Rojhilatê Behra Sipî heta dawiyê heqên Turkiyeyê û Tirkên Qibrîsê biparêzin û got ku em ê vdi vî warî da tawîzan nedin.
Çavuşoglu got ku li Rojhilatê Behra Sipî li qada parzemînê ya Turkiyeyê ji bona sînorên rojava risxet bê dayîn û xebatên sondajê berdewam bikin.
"Pêwendiyên Turkiye û Azerbaycanê di her warî da pêşva çûne"
Wezîrê Karên Derva yê Azerbaycanê Bayramov jî got ku pêwendiyên Turkiye û Azerbaycanê di her warî da pêşva çûne û hecma wan ya ticaretê zêde bûye. AA