"Em ê miaşê herî kêm wisa diyar bikin ku tiştên berze bûne telafî bikin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êdî têra xwe dikin û wiha got, "Rezervên Bankeya Navendî 27,5 milyar dolar bû û niha derketiye 126 milyar dolarî. Em ji ku derê hatine ku derê."

"Em ê miaşê herî kêm wisa diyar bikin ku tiştên berze bûne telafî bikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê miaşê herî kêm wisa diyar bikin ku tiştên berze bûne telafî bikin. Bi vî awayî em ê însanên xwe yên destteng parîkî jî rehet bikin."

Erdogan li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê merasima vekirina Pireya Zarovayê, HES û Bendava Şîrvanê, Tesîsa Hilberandina Çînkoyê ya Lineerê û hin projeyên hatine çêkirin da axivî.

Serokomar Erdogan ji bo daxuyaniyên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê yên li ber TUÎKê wiha got, "Serokekî giştî li ber TUÎKê çalakiyê dike. Însanekî gava nehatibe vexwendin nikare here derekê. Şerm dike. Saziyên dewletê xulamên te nînin tu li wan bixî. Bêyî bê vexwendin çû û li ber derî çalakî kir. Kemal efendî baş fêr bibe ku meriv bêyî vexwendin nikare here saziyên dewletê. Tu dikarî milê xwe bidî milên rêxistinên terorê û bêyî vexwendin herî cem wan, lê saziyên dewletê ciyên cidî ne û tu hema nikarî bi serê xwe herî. Ez ji vir bangî Kiliçdaroglu dikim, di ser saziyên dewletê da negire û gefê li karmendan nexwe, di meydana siyasetê da derkeve pêşberî me."

Erdogan diyar kir pirsgirêka Kiliçdaroglu ya nava partiya wî da wan eleqedar nake û got ku lê dema êrîşî nirxên miletê me bike, zirarê bide berjewendiyên welêt wê li hemberî xwe me bibîne.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êdî têra xwe dikin û wiha got, "Rezervên Bankeya Navendî 27,5 milyar dolar bû û niha derketiye 126 milyar dolarî. Em ji ku derê hatine ku derê."

Erdogan der barê destnîşankirina miaşê da herî kêm da got ku em ê miaşê herî kêm wisa diyar bikin ku tiştên berze bûne telafî bikin û bi vî awayî em ê însanên xwe yên destteng parîkî jî rehet bikin.

Serokomar Erdogan diyar kir wê daîma li cem kesên ku hiberîn û îstixdamê dikin bin û wiha peyivî, "Di demeke nêzîk da înşellah em ê rewşa di bihayên tiştan da û pêlên di kuran da çêdibin li ser xeteke biîstiqrar û maqûl bidin sekinandin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE