"Em naxwazin Sûriye perçe bibe"

Serok Erdogan piştî nimêja înê ji rojnamegeran re axivî..

"Em naxwazin Sûriye perçe bibe"

Erdogan piştî nimêja înê pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê da bersivand.

Serok Erdogan li ser pirsa der barê geşedanên li Minbicê da wiha got: "Em dizanin ku Sûriye di nav hewldaneke psîkolojîk da ye."

Erdogan destnîşan kir hemû armanca wan ew e ku YPG dersa xwe hilde û got ku di vê mijarê da em biryardar in û wiha dewam kir: "Em naxwazin Sûriye perçe bibe. Em dixwazin rêxistinên terorê yên li wir derkevin. Heger rêxistin derkevin hewcedarî bi me namîne."

Serok Erdogan der barê serdana ku wê li Rûsyayê bê kirin da wiha axivî: "Sibê şeveqê lijneya min wê here Moskovayê. Di riyaseta Wezîrê Karên Derva da Wezîrê Parastinê, Serokê Îstixbaratê û nûner û balyozê min wê bi ekîbeke çaralî ra herin wir û bi berfirehî li ser van meseleyan biaxivin. Bi Birêz Pûtîn ra him bi têlefonê û him jî dibe ku li Moskova û Soçiyê biaxivim. Divê em vê mijarê (Sûriye) bi hesasî binirxînin."

Erdogan li ser pirsa der barê daxwaza randevuyê ya Ekrem Îmamoglu da wiha got: "Deriyê min ji her kesî ra vekiriye, lê wê bikaribe ji Kemal Beg destûrê bistîne nizanim."

Serok Erdogan diyar kir hedefa wan ew e ku sibê tevî namzedê Şaredariya Mezin namzedên navçeyan jî eşkere bikin.

Serok Erdogan ji bona biryara Pakistanê ya der heqê FETOyê da jî wiha peyivî: "Yanî wan jî tesdîq kir ku FETO rêxistina terorê ye. Pêvajoya ji niha pê va ew e ku cihên li wê derê hatine girtin dewrî weqfa me bikin. Niha ew dest pê dike. Di vê navberê da li Azerbeycanê jî geşedanên erênî pêk tên. Encamên wan mizgîniyan yan îşev û yan jî sibê dibe ku em bidin we."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE