Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê MustafA Varank beşdarî Civîna Nasandina Bernameya Qadên Reqîb a li Otela Sheratonê hat lidarxistin bû.
Varank di civînê da behsa tesîrên Kovîd-19ê jî kir, got xurtkirina têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra niha zêdetir hewce dike û wiha axivî: "Em niha zêdetir bi wê hişmendiyê ne ku têkiliyên xwe yên bi YEyê ra xurttir bikin û xebatên ji bo endamtiyê bêtir bimeşînin."
Wezîr Varank got ew dixwazin ji bernameyên YEyê îstifade bikin û wiha gewam kir: "Heta îro di çarçoveya Navgîna Alîkariya Malî ya Beriya Beşdarbûnê (IPA) da me 800 milyon ewro piştgirî da. Di heyama hevsengiya YEyê da me serî li Navgîna Alîkariya Malî ya Beriya Beşdarbûnê (IPA) û bernameyên yekîtiyê dabûn ku em dixwazin niha ji wan zêdetir îstifade bikin."
AA