"Em plan dikin ku di 24ê tîrmehê de bi nimêja îne Ayasofyayê ji îbadetê re vekin"

"Ayasofyaya mîrata hevpar a mirovayetiyê, bi statuya xwe ya nû, dê hemî kesî hembêz bike, hê dilsoztir, bi awayekî taybet dê bidome."

"Em plan dikin ku di 24ê tîrmehê de bi nimêja îne Ayasofyayê ji îbadetê re vekin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em plan dikin heta 24ê temmûzê roja îniyê ku amadekariyên wê biqedînin û bi nimêja îniyê re Ayasofyayê ji îbadetê re vekin."

Serokomar Erdogan saet 20.53yan axaftian Banga Gel kir û biryara Daniştayê ya derbarê Ayasofyayê nirxand.

Serokomar Erdogan got, "Bi derketina ji statuya muzeyê êdî ketina bi ucret a Mizgefta Ayasofyayê em radikin. Ayasofyaya mîrata hevpar a mirovayetiyê, bi stauya xwe ya nû, dê hemî kesî hembêz bike, hê dilsoztir, bi awayekî taybet dê bidome."

Erdogan anî ziman ku weke hemî mizgeftên me dê deriyên Ayasofyayê jî ji bo hemî kesên navxweyî û biyanî, çi Misluman çi xeyrîmuslim vekirî be û got, "Em plan dikin heta 24ê temmûzê roja îniyê ku amadekariyên wê biqedînin û bi nimêja îniyê re Ayasofyayê ji îbadetê re vekin."

Erdogan bangawazî li hemî aliyan kir ku rêzê ji biryara Ayasofyayê re ya ku ji aliyê organên daraz û rêveberin a Turkiyeyê da, bigirin û wiha pê de çû:

"Emê bi tekez rêzê ji hemî cure fikr û ramanên di vê mijarê de yên di qada navnetweyî de bigirin. Lêbelê armanca bi çi cure bikaranîna Ayasofyayê bi mafê serweriya Turkiyeyê re eleqedar e. Emê hemî cure helwest û îfadeyên derveyî destnîşankirina fikrê di vê mijarê de, emê weke binpêkirina serweriya xwe qebûl bikin. Mafê gelê Tirk ê li ser Ayasofyayê, ne kêmî yê wan kesan e ku beriya nuha bi 1500 salî ev berhem ava kirine. Bi bervajî lêxwedîderketina wan a bihêz milletê me îro nîşan daye ku mafê wan ê li ser Ayasofyayê zêdetir e."

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku li Turkiyeyê perestgehên dînan aktîf dixebitin û got, "Li welatê me ji îbadetê re vekirî 435 dêr, sînagog û kinîşt hene. Ev dîmen tezahura têgihiştina me ya ku em cudahiyên xwe weke dewlemendiyê dibînin."

Erdogan herwiha got, "Ev biryara ku di serdema take partiyî de hat sitendin, li tenişt xiyaneta dîrokê li dijî hiqûqê jî bû. Çimkî Ayasofya ne malê dewletê ne jî yê saziyekî ye, milkê weqfê ye. Mentiqa israrkirina weke muze mayina Ayasofyayê heman mentiq e ku Vatîkan dixwaze bibe muze û ji îbadetê re bê girtin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku îro Ayasofya vejîneke nû dijî û got, "Herwekî ku ji dema ku hatiye avakirin pê de dibû şahidê gelek vejînan. Vejîna Ayasofyayê peyama nêzîkbûna azadiya Mizgefta Eqsayê, dengê derketina ji dewra fetretê ya Misulmanan e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE