"em Qişleya Ramî ya dîrokî restore dikin"

"Di nav 5-6 mehan da wê temam bibe. Em ê pirtûkxaneyeke din jî li Îstanbulê ava bikin ku em Qişleya Ramî ya dîrokî restore dikin û wê bibe pirtûkxaneya herî mezin ya Îstanbulê."

"em Qişleya Ramî ya dîrokî restore dikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Her çiqas kesên ku îmtiyazên di destê xwe da wenda kirine berevajiyê wê îdia bikin jî zanîngehên Tirkiyeyê gorî beriya 2002an ji hêla îmkanên binesaziyê û azadiyên akademîk va derbasî heyameke nû bûne."

Erdogan di merasima xîmdanînê ya Pirtûkxaneya Bankeya Ziraetê û Vekirina Navenda Lêkolîn û Sepandina Teknolojiya Pêşketî û Zanistanê ya Zanîngeha Medeniyetê ya Stenbolê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir li Tirkiyeyê qehwexaneyên ku lê dema xwe derbas dikin ji pirtûkxaneyan zêdetirin, tijîtirin, qelebalixtirin û ji ber vê jî divê em bi hesasî li ser vê meseleyê bisekinin û wiha got: "Ew qehwexaneyên milet yên ku li çar aliyê welêt me vekirina wan da destpêkirin jî şûna wext derbas kirinê nebe, ez di wê qinaetê da me ku wê vîzyoneke nû deyne meydanê."

Erdogan diyar kir her çiqas kesên ku îmtiyazên di destê xwe da wenda kirine berevajiyê wê îdia bikin jî zanîngehên Tirkiyeyê gorî beriya 2002an ji hêla îmkanên binesaziyê û azadiyên akademîk va derbasî heyameke nû bûne û got ku texrîbata ku zihniyeta faşîst a di heyama 28ê Sibatê da bû sedema çareserkirin û deriyê zanîngehan dîsa ji zarên gel ra hat vekirin.

Serok Erdogan destnîşan kir di nav Kuliyeya Serokomariyê da pirtûkxaneyeke qerase ya têra 5 milyon cild pirtûkan bike çêdikin û wiha axivî: "Di nav 5-6 mehan da wê temam bibe. Di nav 5-6 mehan da wê temam bibe. Em ê pirtûkxaneyeke din jî li Îstanbulê ava bikin ku em Qişleya Ramî ya dîrokî restore dikin û wê bibe pirtûkxaneya herî mezin ya Îstanbulê. Belkî ev ji ya Serokomariyê jî mezintir be û 5-6 milyon cild pirtûk tê da bi cî bibin. Înşellah wê hemû wek dijîtal jî bên amadekirin."

Erdogan diyar kir zanîngehên me bi piranî ji wê hewaya ku behn û azadiya wan teng dikir, ji wê formata tengezariyê û ji zextiya statukoyê xilas bûne û wiha got: "Ew rêxistinên terorê yên ku hin zanîngehan mîna kampa perwerdekirina milîtanan diemilandin û di bin kontrola wan kesên dewletê mîna malê xwe yê bi tapû dihesibandin da bû ji wan deran hatin paqijkirin."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE