"Em ê salê ji 300 hezar avahiyî 30 hezarî nû bikin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum: "Em li 238 qadên bi rîsk ên ser 53 bajaran xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya veguherînê da hejmara şaxên me yên serbixwe wê 664 hezar be. Li seranserê welêt jî em 597 hezar avahiyî nû dikin."

"Em ê salê ji 300 hezar avahiyî 30 hezarî nû bikin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got: "Em li 238 qadên bi rîsk ên ser 53 bajaran xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya veguherînê da hejmara şaxên me yên serbixwe wê 664 hezar be. Li seranserê welêt jî em 597 hezar avahiyî nû dikin."

Kurum di "Civîna Nasandina Heyama Nû ya Nûkirina Bajêr" da ku li Green Park Otêlê hat kirin da qala Belgeya Stratejiya Nûkirina Bajêr kir.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir di qada fînansê da ew ê piştevaniya sektorê bikin û wiha dewam kir: "Salê ji 300 hezar avahiyî nêzî 30 hezarî wek Wezaret emê çêkin. Ji bo 270 hezar avahiyên mayî jî ez bangî sektora taybet û şaredariyan dikim, bi tevlîbûna Bankeya Emlakê ya vê pêvajoyê va wê di qada nûkirina bajêr da jî em ê him ji bo sektora taybet û him jî ji bo şaredariyan di qada fînansê da piştevaniyê bikin."

Wezîr Kurum got ku li 53 bajaran xebat dewam dikin û wiha pê da çû: "Em li 238 qadên bi rîsk ên ser 53 bajaran xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya veguherînê da hejmara şaxên me yên serbixwe wê 664 hezar be. Li seranserê welêt jî em 597 hezar avahiyî jî nû dikin." 

Di berdewamiya xwe da Kurum destnîşan kir ku hedefa wan ew e 300 hezar avahî çêkin û 6,7 milyon avahî jî di nav 20 salî da nû bikin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum diyar kir ku ji bo rê li ber mexdûrbûnê bê girtin jî wê sîgorte bê çêkirin û wiha domand, "Ji bona heqê welatiyên me bê parastin ji veberdêran ji sedî 10ê berdêla çêkirinê wê tezmînat bê hildan û sîgorteya temamkirinê bê xwestin."

Wezîr Murat Kurum destnîşan kir ku di qada nûkirina bajêr da wê piştevaniya krediyê wê bê dayîn û wiha pê da çû: "Hemû rêveberiyên herêmî dema ku belgeya pesendkirinê ya dikarin ji Îlbankê krediyê bikişînin bînin wê demê wê bikaribin ji bo nûkirina bajêr krediya bi kêm faîz bikişînin. Ji bo vê jî hewce nake ku tu temînatekê nîşan bidin."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE