"Em ê sala 2021î ji bo gel û welatê xwe vegerînin sala xurtbûnê"

"Êdî dema kesên biyanî tên welatê me bi hijmetkarî li rêyên me, pireyên me û balafirgehên me dinêrin. Ji bo xizmeta di qada sihetê da êdî welatiyên me naçin dervayî welêt. Hersal bi sed hezaran biyanî ji bo ji nexweşiyên xwe xilas bibin tên nexweşxaneyên li welatê me."

 "Em ê sala 2021î ji bo gel û welatê xwe vegerînin sala xurtbûnê"

Serok Erdoğan, ji koşka Huberê bi girêdana zindî di merasîma vekirina Pira Hasankeyf-2yê de axivî.

Ji axaftina Erdoğan;

"(Pireya Heskîf-2yê) Ev pire wê îrtibata di navbera Batman, Mêrdîn û Xebûra deriyê sînor da çêke û feydeyeke mezin bide ticareta herêmê."

"Em dixwazin li rojavayê welêt çi hebe li rojhilatê welêt jî ew hebe. Em van xizmetan jî pirî caran digel astengiyên rêxistinên terorê, alîgirên wê û mixalefeta taqoz dîsa jî çêdikin."

"Me her tim bi berhemên mezin û xizmetên mezin va bersiv da kesên hewl didin pêşiyê li me bibirin."

"Di 19ê salên dawîn da li hemberî her gavên ku me bi armanca ferqa di nav bajarên me kêm bibe diavêt tevlî rêxistina terorê baskên wê yên siyasî jî hebûn."

"Me di nav 19 salan da qat be qat ji xizmetên di dîroka komarê da hatin kirin zêdetir xizmet ji welêt ra kir. Bi taybetî di qada gihandinê da me rekorên dîroka komarê bi dest xistin."

"Di projeyên xwe yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da digel şert û mercên erdnîgariyê em bi sabotajên rêxistina terorê ya cudakar ra rû bi rû dimînin."

"Hem Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê hem jî çapemeniya Rojavayî têkoşîna dijî koronayê ya Tirkiyeyê wekî mînak nîşan didin."

"Êdî dema kesên biyanî tên welatê me bi hijmetkarî li rêyên me, pireyên me û balafirgehên me dinêrin. Ji bo xizmeta di qada sihetê da êdî welatiyên me naçin dervayî welêt. Hersal bi sed hezaran biyanî ji bo ji nexweşiyên xwe xilas bibin tên nexweşxaneyên li welatê me."

"Di îxracat û hilberîna pîşesaziyê da em her meh xeberên rekorên nû hildidin."

"Li rûyê dinyê nêzî 100 welatan hê jî xwe negihandine dozeke aşiyê û me 20 milyon doz aşî li welatiyên xwe xist."

"Em ê firsendê nedin muxterisên ku hemû hêviya wan ew e ku Tirkiye bilikime û bikeve nav alozî û tevliheviyê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE