"Em ê şaxa otorêyan bigîhînin 8 hezar û 325 kilomêtroyan"

Karaîsmaîloglu got di nav 20 salan da wan gund bi gund, bajarok û bajarok, bajêr û bajêr herêman bi hev ra girê daye û ne tenê ev wan Tirkiyeyê bi dinyayê va girê daye.

"Em ê şaxa otorêyan bigîhînin 8 hezar û 325 kilomêtroyan"

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu beşdarî civîna nasandinê ya Vîzyona 2053yan a Gihandinê bû û li wir axivî.

Karaîsmaîloglu got di nav 20 salan da wan gund bi gund, bajarok û bajarok, bajêr û bajêr herêman bi hev ra girê daye û ne tenê ev wan Tirkiyeyê bi dinyayê va girê daye.

Wezîr Karaîsmaîloglu anî ziman plana wan a 30 salan amade ye û wiha axivî: "Heta niha çawa ku em nesekinîn, ji vir şûn da jî kes nikare me bide sekinandin. Em ê bi hemû hêza xwe va bixebitin. Dema em gihîştin 2053yan em ê şaxa rêyên hatine veqetandin bigîhînin 38 hezar û 60 kilomêtroyan û şaxa otorêyan jî bigîhînin 8 hezar û 325 kilomêtroyan."

"Xetên trena bilez wê heta 2053yan derkevin 52yan"

Karaîsmaîloglu daxuyand xetên trena bilez wê pêşva herin û wiha dewam kir: "Xetên trena bilez wê heta 2053yan zêde berbelav bibin, hejmara bajarên me yên girêdayî trena bilez in wê ji 8an derkevin 52yan. Em texmîn dikin di 2023yan da hejmara rêwiyên bi rêhesinê va rêwîtî dikin wê bigîhêje 19,5 milyonan. Armanca me ew e ku di 2035yan da ev bibe 145 milyon."

"Di 2053yan da hejmara balafirgehan wê bigîhêje 61î"

Der barê hejmara balafirgehên ku tê plankirin da jî Karaîsmaîloglu wiha agahî da: "Bi 56 balafirgehên xwe va Tirkiye xwedî şebekeyeke mezin a balafirgehan e. Ev reqem wê di 2053yan da bigîhêje 61î."

Ji bo bendergehên tên plankirin ku bên çêkirin da jî Karaîsmaîloglu wiha got: "Heta 2053yan hejmara tesîsên bendergehan wê ji 217an derkeve 255an, hejmara navendên lojîstikê jî wê ji 13yan derkeve 26an."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE