"Em taybetiya bajêr a Stenbolê bêtir xurt dikin"

Serok Erdogan: "Bi vê xeta metroyê ya ku Balafirgeha Stenbolê bi navenda bajêr ra girê dide va em taybetiya bajêr a Stenbolê bêtir xurt dikin."

"Em taybetiya bajêr a Stenbolê bêtir xurt dikin"

 Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi vîdeo konferansê va beşdarî Merasima Ronahiya Ewil a Projeya Tunela Metroyê ya Gayrettepe-Kagitxane-Balafirgeha Stenbolê bû.

Erdogan ji ber Roja Dayikan ewil roja dayikanan pîroz kir û wiha got: "Ez Roja Dayikan a dayikên me yên binê lingên wan divê bê maçîkirin bi taybetî pîroz dikim."

- "Vebûna vê xetê va pirsgirêka çûyîn û hatinê wê çareser bibe"

Serok Erdogan anî ziman dema ev metro vebe pirsgirêka hatin û çûyînê wê ji holê rabe û wiha axivî: "Piştî ku ev xeta metroyê vebe pirsgirêka çûyîn û hatina Balafirgeha Stenbolê wê tevahî çareser bibe. Bi vê xeta metroyê ya ku Balafirgeha Stenbolê bi navenda bajêr ra girê dide va em taybetiya bajêr a Stenbolê bêtir xurt dikin. Dema hûn evîndar bin çiya jî li ber we nasekinin. Em 70 mêtro li binê erdê hemû tunelan bi van TBMyan va qul dikin û digîhîjin mexsed û mirazê xwe."

- "Stenbol ne li benda mazaretê, li benda xizmetê ye"

Erdogan behsa xizmetên ku ji bo Stenbolê hatine kirin kir û wiha dewam kir: "Em 40 sal e xizmeta vî bajarî dikin. Ji 1994an vir va wek Şaredar, Serokwezîr û Serokomar em hewl didin Stenbolê derxin asteke ku ew wê heq dike. Bi alîkariya Xwedê û piştgiriya miletê me, înşeallah em ê heta bêhnvedana xwe ya dawîn vê pêşbaziya xizmetê, çitaya wê timî bilind bikin û bidomînin."

Erdogan got Stenbol benda xizmetê ye û wiha pê da çû: "Stenbol ne ji bajaran bajarek e. Ji bo ku hûn meneya vî bajarî fêm bikin, tenê çavdiriya sîlueta wê têrê nake. Heke hûn bi hemû dilê xwe lê binhêrin hûnê bikaribin nifûzê vî bajarî bikin. Tu kesekî ku baweriya wî bi hêz û potansiyela Stenbolê tuneye, nikare xizmeta ku ev bajêr layîq e bike. Stenbol ne li benda mazaretê, li benda xizmetê ye."

- "Heke em guh bidin tevdîran em ê pêşiya welatên dinyayê jê bifilitin"

Der barê tesîra vîrusa koronayê da jî Erdogan wiha axivî: "Sekinandin tune, vîrusa koronayê û tiştên din me nade sekinandin, em ê bi heman biryariyê di rêya xwe da bimeşin. Welatên pêşketî jî li hemberî şewbê bêçare man, lê wek Tirkiye me pêdiviyên xwe peyda kirin û ser da me alîkarî jî da. Heke em hemû bi hev ra guh bidin tevdîran ez bawer dikim ku em ê pêşiya welatên dinyayê jê bifilitin."

- "Em pir girîngiyê didin turîzma tenduristiyê"

Erdogan der barê Nexweşxaneyên li Balafirgeha Ataturkê û Sancaktepeyê da jî wiha axivî: "Em pir girîngiyê didin turîzma tenduristiyê. Yên ji dervayî welêt ji bo turîzma tenduristiyê tên, dê bi balafir û balafirên ambulans va werin vê derê û piştî tedawiyê em ê wan oxir bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE