"Em tiştekî ji wan naxwazin bi tenê zarokên xwe dixwazin"

Kamîle Kuçukdag ji bo kurê xwe Engînê 5 sal berê hê 15 salî bû û bi xapandin revandine serê çiyê hatibû û tevlî çalakiyê bûbû jî got: "HDPyê çawa ku zarokên me birine bila wisa jî bîne. Em tiştekî ji wan naxwazin bi tenê zarokên xwe dixwazin.

"Em tiştekî ji wan naxwazin bi tenê zarokên xwe dixwazin"

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta ji bo ewladên xwe didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 249emîn.

Aydan Arslana ku ji Sûr a navçeya navendî ya Diyarbekirê bo qîza xwe Aysun a 5 sal berê hêj 15 salî bi xapandin revandin serê çiyê, tevlî çalakiyê bû got ku ew qîza xwe dixwaze û wiha pê da çû: "Ez qîza xwe dixwazim. Wê kê roja min a dayikan pîroz bike. Kezeba min peritandin. Em hemû li ewladên xwe digerin. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin."

Kamîle Kuçukdag ji Seyhana navçeya Edeneyê bo kurê xwe Engînê 5 sal berê hê 15 salî bû û bi xapandin revandine serê çiyê hatibû û tevlî çalakiyê bûbû jî got: "HDPyê çawa ku zarokên me birine bila wisa jî bîne. Em tiştekî ji wan naxwazin bi tenê zarokên xwe dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE