"Em ê têkîliya generalên Amerîkî û PKKê eşkere bikin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu:"Di rojên pêş me da emê ji raya giştî ra bibêjin ka Amerîkayê bi PKKyê ra, generalên Amerîkî bi PKK û PYDyê ra têkiliyên çawa danîne, çawa hewl dane, diyariyên çawa dane wan, çawa ew teqwiye kirine.

"Em ê têkîliya generalên Amerîkî û PKKê eşkere bikin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Trabzonê di bernameya otelê hat lidarxistin û mixtar jî beşdar bûn da axivî.

Soylu got cihê mixtaran li ba dewletê pir girîng e, heta wisa ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan deriyê xwe ji wan ra vekiriye, qaymeqaman, midûrên giştî heta wezîran jî daye bin emrê mixtaran.

Wezîr Soylu got li Tirkiyeyê dijî hikûmetê gelek hewl hatine dayîn ku hin ji wan bûyerên Geziyê, bûyerên terorê yên beriya hilbijartinên 7ê Hazîranê, hewldana darbeya 15ê Tîrmehê, operasyonên dowîzê ne û wiha axivî: "Hewl dan CHP û HDPyê bi heva bizeliqînin, paşê ÎYÎ Partî dane pêş û CHPyê ra eleqedar kirin. Di herdu hilbijartinên dawîn da jî Partiya Saadetê li ser zêde kirin. Niha dibêjin 'van hemûyan ji bîr bikin, hilbijartinên 31ê hezîranê bi tenê hilbijartinên herêmî ne, derî bi derî negerin, teyaquz hewce nake.' Ma em bawer dikin, bawer nakin."

- "Em ê têkîliya generalên Amerîkî û PKKê eşkere bikin"

Soylu behsa têkoşîna dijî terorê jî kir û anî ziman gelek terorîstên qaşo payebilind ên di kategoriya turincî da bûn hatine girtin û wiha dewam kir: "Di rojên pêş me da emê ji raya giştî ra bibêjin ka Amerîkayê bi PKKyê ra, generalên Amerîkî bi PKK û PYDyê ra têkiliyên çawa danîne, çawa hewl dane ku ew bibin dildar, diyariyên çawa dane wan, çawa ew teqwiye kirine. Ew kesên payebilind ên ku me ew girtine yek bi yek diaxivin, ji ber tirsa canê xwe Amerîkayê jî difroşin, Ewropayê jî difroşin."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE