"Em têkoşîneke navneteweyî didin"

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Merasima Peşkavêtinê ya Qursa Qaymeqamtiyê ya Heyama 105emîn da axivî.

"Em têkoşîneke navneteweyî didin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em têkoşîneke navneteweyî didin. Heft duwel êrîşî me dikin. Em jî li hember heft duwelî li ser xwe disekinin."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Merasima Peşkavêtinê ya Qursa Qaymeqamtiyê ya Heyama 105emîn da axivî.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir têkoşîneke navneteweyî didin û got ku heft duwel êrîşî me dikin û em jî li hember heft duwelî li ser xwe disekinin.

Erdogan destnîşan kir kesên di Şerê Cîhanê yê 2yemîn da bûn sedema mirina 50 milyon kesî rabûne dersa mirovahiyê didin Tirkiyeyê û got ku em li hember vê bi xemgînî dibişirin û wiha dewam kir: "Kesên helwesta însanî ya Tirkiyeyê mîna kêmasî dibînin em ê xwe nedin paş û kulma xwe ya hesînî ya di lepikên xwe yên qedîfe da nîşanî wan bidin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser mijara penaberan û wiha axivî: "Wexta em dibêjin 'em ê deriyan vekin' wê çaxê dikevin av û agir. Necivçivin, wexta dem hat wê ev derî jî vebin."

Erdogan destnîşan kir lijneya Parlamentoya Ewropayê duh ji bo Sûriyeyê teklîfa 'herêma qedexeya firînê' daye û wiha peyivî: "Dema ku li çar aliyê Sûriyeyê bi sedhezaran merivên bêsûc bi bombebarandinê balafirên şer yên rejim û hêzên din can didan me ev teklîf anîbû rojevê."

Serokomar Erdogan diyar kir di Herekata Kaniya Aştiyê da mezinahiya qada ku heta niha li herêmê ket bin kontrola wan gihaşt 4 hezar û 220 kîlomêtroqareyê û wiha got: "Ji bona belawelakirina korîdora terorê ku dixwazin li seranserê sînorên Tirkiyeyê ava bikin hewce nake em ji tu kesî destûrê bixwazin."

Erdogan destnîşan kir eskerên Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyî li qada herekatê kontrolan dikin û got ku heke di kontrolê da terorîst derkevin pêşiya me, mafê me yê tebiî ye ku em wan berteref bikin.

Serokomar Erdogan got ku heke ji nav rêxistinên terorê nav, ala û unîformayên hinekan biguherînin û cardin derxin pêşiya me, em nakevin vê defikê.

Erdogan diyar kir heke jiyan û paşeroja gelê Sûriyeyê ji bo herêmê têxin qurbana planên mezin, di serî da wê ew derkevin pêşiya wan û wiha dewam kir: "Em ê tu wextî ji rêya em dizanin û tê ra dimelin şaş nebin. Em tu carî bedela zêde jî hindik jî ya ku em ê di vê rêyê da bidin hesab nakin."

Serokomar Erdogan ji bona li Sûriyeyê pêvajoya makezagona nû da diyar kir wê her kesên hewl bidin rejimê an rêxistinên terorê bi kar bînin û pêvajoyê sabote bikin, îfşa bikin û wiha axivî: "Pêkanîna yekîtiya siyasî û erdên Sûriyeyê bi tenê bi serkeftina vê pêvajoyê mimkun e. Ku wisa nebe ne kesekê rêveberiya Şamê mixatab qebûl bike ne jî tevliheviya li welêt ew ê bi dawî bibe."

Erdogan got ku ez ji hemû dinyayê dixwazim bila bibînin ku PKK/YPG jî mîna DEAŞê ji bo demokrasî, dewleta hiqûqî û mafên mirovan rêxistineke terorê ya bi talûke ye, bila li gor vê helwesta xwe diyar bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir civaka navneteweyî evqas dem e di navbera du rêxistinên terorê da bûye lîstikeke vê şantajê, mixabin ev pir tiştekî biêş e û wiha got: "Wisa ku dewletên mezin bi awayekî cidî xwedî li vê lîstika trajîk derdikevin ku ev bêtir biêş e. Hereketa Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê di 9ê Cotmehê saet 16.00an da dabû destpêkirin ew dika şanoyê û şantajê hilweşandin û rastî derxistin holê."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 22:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE