"Em ê êvara yekşemê bigihêjin serfiraziyê" 

Erdogan diyar kir ku dinyaya Rojavayê û mirovahiya ku ji text daxistina Mursî ya bi derbeyê, di hucreyê da êşkişandina wî û mirina wî temaşe dike, şermezar dike...

"Em ê êvara yekşemê bigihêjin serfiraziyê" 

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser wefata Mihemed Mursî û got, "Ez carekî dîsa ji bo Mihemed Mursiyê birayê me yê serokomarê ku cara ewil gelê Misrê hilbjartibû, ji hêsîrtiyê ber bi şehadetê meşiya dibêjim rihma Xwedê lê be. Mixabin di heman dîrokê da hat girtin û di heman dîrokê da 6 sal şûnda li girtîgehê, salona dadgehê meşiya şehadetê. Ez serxweşiyê didim gelê Misrê û alema Îslamê."

"Em ê êvara yekşemê bigihêjin serfiraziyê" 

Erdogan diyar kir ku dinyaya Rojavayê û mirovahiya ku ji text daxistina Mursî ya bi derbeyê, di hucreyê da êşkişandina wî û mirina wî temaşe dike, şermezar dike û wiha pê da çû:

"Kesên ku dema Mursî ji tex hat daxistin encama wî bi bîra me dixistinn îro heman nerindiyê dikin, ev jî nîşan dide ku zihniyeta qirêj hebûna xwe didomîne. Em nika bi kesên ku Mursî dianîn bîra me ra dikevin pêşbaziyê. Di hilbijartina ku wê roja yekşemê bê kirin da li aliyekî yên ku Mursî dianîn bîra me hene, li aliyê din jî yên di vê rêyê da wê biedalet bimeşin hene. Ji ber vê 5 roj gelekî girîng in. Ji me ra sekn tune, meş dewam dike. Em ê pir birevin, pir bixebitin û înşallah êvara yekşemê bigihêjin serfiraziyê. Ez vê dibêjim; 'Ji bo zaliman bira bijî cehneme'."

Erdogan bangî Namzedê Şaredartiya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu kir got, "Ez ji reqîbê birayê min Bînalî Yildirim ra dibêjim, gotina 'Dizîn' ne hiqûqî ye, lê siyasî ye." 

"Tê piştî hilbijartinê hesabê vê bidî" 

Serokomar Erdogan gotina Îmamoglu ya dibêje 'Min ji Waliyê Ordiyê ra negot 'kûçik" got 'piçûkiyê' neke rexne kir û wiha axivî: "Di hemû çapemeniyê heye, te gotiye. Tê piştî hilbijartinê hesabê vê bidî. Em destûrê nadin ku ji waliyê me ra bibêjî kuçik, ji polêsê me ra bibêjî bêşeref. Tu şerm nakî?"

Erdogan ji bo biryara YSKyê ya nûkirina hilbijartina Stenbolê wiha got: "(Hilbijartina 31ê adarê) Yanê li vê derê hem gendelî heye hem jî dizî. Misade bikin em vê bêjin. Ez wisa bawer dikim emê hêza sandiqê, demokrasiyê û îradeya neteweyî nîşanî wan kesan bidin ku hê Tirkiye û gelê Tirk yê li hemberî 15ê Tîrmehê û evqas bûyerên qewimîn sekinîn baş nas nekirine.

Em nikarin Stenbola xwe teslîmî van derewkaran bikin. Li Tirkiye û Stenbolê serkeftiyê hilbijartina 31ê Adarê, bira qet şik û gumana we tunebe, Tifaqa Cumhur e, AK Partî ye."

Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Dibêjin çi, 'Hûn pere nadin me didin welatiyên Sûriyeyê'. Ev derewa CHPyê ye. Mehaneyê nadin welatiyên Sûriyeyê, tişktekî wisa tune."

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE