"Em wê xeyalê dikin ku Turkiyeyê bikin welatekî serkirde yê sedsala 21ê"

Serokomar Erdogan: "Di serdemeke wisa de ku li seranserê cîhanê, nediyarî zêde dibe, veberhênan kêm dibe, ême me li dû hev vekirin kirin."

"Em wê xeyalê dikin ku Turkiyeyê bikin welatekî serkirde yê sedsala 21ê"

Serokê Komara Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Qîmeta veberhênanên me yên tendirustiyê yên ku mixalefet hertim rexne li wan digire û dibêje "ne lazim e", di serdema şewbê de hat fêmkirin."

Erdogan beşdarî Merasima Vekirina Tesîsên Tendirustiyê û Navendên Lêkolînê yên Zanîngeha Kocaeliyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokomar Erdogan got, "Di serdemeke wisa de ku li seranserê cîhanê, nediyarî zêde dibe, veberhênan kêm dibe, ême me li dû hev vekirin kirin. Di demekê de ku hinek ji burcên acê zirtan dikin, reşbîniyê li gelê me belav dikin, em bi biryardarî ber bi Turkiyeyeke mezin û hêzdar ve diçin."

Erdogan herwiha got, "Hê gelek rê li pêşiya me ye, emê dê gelek çîrokên serkeftinê binivîsin. Weke ya Qenal Stenbolê gelek projeyên me hene ku em bi cih bînin. Em wê xeyalê dikin ku Turkiyeyê bikin welatekî serkirde yê sedsala 21ê."

Serokomar Erdogan behsa hewlên Turkiyeyê yên di warê têkoşîna dijî Kovîd-19ê de  kir û wiha got, "Di listeya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê de di nava welatên ku geşepêdanê bi vaksîna xwemalî didin de em piştî DYA û Çînê di rêza 3yan de ne."

Erdogan bal kişand ser nexweşxaneyên bajêr û wiha axivî:

"Qîmeta veberhênanên me yên tendirustiyê yên ku mixalefet hertim rexne li wan digire û dibêje "ne lazim e", di serdema şewbê de hat fêmkirin. Nexweşxaneyên me yên Bajaran, di serdema şewbê de bûn tesîsên ku me herî zêde ji wan sûd wergirt û me pê şanaziya xwe kir."

Serokomar Erdogan anî ziman ku heta îro Turkiyeyê daxwazên melzemeyan ên 150 welat û 6 saziyên navneteweyî dabîn kiriye û wiha jî got, "Me zêdetir ji 90 hezar welatiyên xwe yên li derveyî welêt, bi rêya asîmanî, bejayî û deryayî anî welêt."

Erdogan got, "Di baweriya me de pêşî tedbîr paşê tewekkul heye. Dawiya rehawetê, netixemiyê, pabendnebûna rênimayan yan poşmanî ye, yaxud nexweşî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE