"Em wan gotinên nexweş û bêhed ên derbarê Serokomarê me, bi tundî şermezar dikin"

Gaianiyê Balyozê Îtalyayê yê li Ankarayê ji bo Wezareta Navxweyî hat bangkirin

"Em wan gotinên nexweş û bêhed ên derbarê Serokomarê me, bi tundî şermezar dikin"

Balyozê Îtalyayê yê li Ankarayê Massimo Gaianiyê bi sedema gotinên Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi yên ji bo Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo Wezareta Navxweyî hat bangkirin.

Li gorî agahiya ku ji rayedaran hat sitendin, ji ber gotinên Serokwezîr Draghi yên dijî Serokomar Erdogan yên derbarê mijara protokola dema serdana serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) bo Türkiyeyê, yên ku di çapemeniyê de rengveda bûn, Balyoz Gaiani ji bo Wezareta Navxweyî hat bangkirin.

"Em wan gotinên nexweş û bêhed ên derbarê Serokomarê me, bi tundî şermezar dikin"

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê got, 

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu: "Em wan gotinên nexweş û bêhed yên Draghiyê Serokwezîrê tayînkirî, ên li dijî Serokomarê me yê ku bi rêya hilbijartinê hatiye wî meqamî, bi tundî şermezar û îadeyî wî dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE