"Em wek Misilman em ê tu carî serî daneynin"

Erdogan li Meydana Demokrasiyê di mitînga AK Partiyê ya Entabê da axivî.

"Em wek Misilman em ê tu carî serî daneynin"

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Wekî Misliman em ê tu carî çokvenedin lêbelê em ê tu carî danekevin asta van bêbextan jî."

Erdogan li Meydana Demokrasiyê di mitînga AK Partiyê ya Entabê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir derkevin û bi mêranî bêjin kê bi kê ra îtifaq kiriye, kî piştgiriyê dide namzedê kê, kî di lîsteya meclisa şaredariyê ya kê da namzedan nîşan dide.

Serokomar Erdogan ji bona îdiayên der heqê Mansur Yavaş da wiha got: "Hemû belge derketin meydanê, êdî tiştekî veşêrin nemaye."

Erdogan destnîşan kir di êrîşên terorê yên li Zelandaya Nû dijî du mizgeftan hatin kirin da 3 Tirk birîndar bûne.

Serokomar Erdogan ji bo êrîşên terorên yên li Zelandaya Nû da wiha got: "Ev kujer daxuyaniyek belav kiriye, tê da tevî hemû Misilmanan dewlet û gel û şexsê min jî ji xwe ra dike hedef. Her derê te bombe be çi ye. Tu çûyî û te Misilmanên mesûm yên îbadet dikirin ji xwe ra kirin hedef. Te ew dan ber guleyan. Bêexlaq û bêbext te rêya herî rehet da ber xwe."

Erdogan destnîşan kir bawerî, netewe û meşreba wan çi dibe bira bibe wê li dijî kuştina mirovên bêguneh heman helwesta xwe nîşan bidin.

Erdogan diyar kir ew dizê li ser serê Îsraîlê, ew ê tê darizandin, ew Serokwezîrê ku ji ber her gendelîtiyê tê darizandin, kurê wî jî di twîteke xwe da dibêje 'Stenbol paytextê Bîzansê ye û bajarekî Xiristyan e' û got ku hey bêexlaqo we tevahiya Filistînê dagir kiriye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Netanyahu zalim e û got ku heke dinya li welatekî zilmê bigere, ew welat Îsraîl e, li dewleta terorê bigere, ew jî Îsraîl e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wekî Misliman wê tu carî çokvenedin got ku lêbelê em ê tu carî danekevin asta van bêbextan jî.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Adar 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE