"Em îxlalên Yewnan ên dijî sehaya me ya asîmanê şermezar dikin"

Balyoz Bîlgîç bersiva nivîskî da pirsa der barê îdiayên îxlala sehaya asîmanî ya Yewnanistanê. 

"Em îxlalên Yewnan ên dijî sehaya me ya asîmanê şermezar dikin"

Balyoz Tanju Bîlgîçê Berdevkê Wezareta Karên Derva da zanîn ku îtham û îdiayên bêbingeh ên Wezareta Karên Derva ya Yewnanistanê ya der barê Tirkiyeyê da bi temamî red dikin û bi tundî şermezar dikin ku aliyê Yewnan sehaya asîmanî ya Tirkan îxlal dike. 

Balyoz Bîlgîç bersiva nivîskî da pirsa der barê îdiayên îxlala sehaya asîmanî ya Yewnanistanê. 

Bîlgîç diyar kir ku balafirên F-16 ên Hêzên Asîmanî yên Yewnanistanê di 16ê gulanê da li rojavayê Gokçeadayê û di 17ê gulanê da li rojavayê Enezê sehaya asîmanî ya Tirkan îxlal kirin û da zanîn ku Hêzên Asîmanî yên Tirkan di 18ê gulanê da di çarçoveya rêbazên angajman û muteqabiliyetê da bersiva van îxlalên provokatîf dan. 

Bîlgîç di daxuyaniya xwe da got ku "Yewnanistan car din rageşiya ku bi çalakiyên xwe yên tehrîkkar da destpêkirin diemilîne û hewl dide ku li raya giştî ya navneteweyî nêrîneke dijî welatê me derxîne holê. Em di vê çarçoveyê da îddia û îthamên ku Wezareta Karên Derva yê Yewnanistanê di daxuyaniya xwe ya 20ê gulanê da ji bo welatê me gotin bi temamî red dikin, îxlalên Yewnan ên dijî sehaya me ya asîmanê şermezar dikin."

Bîlgîç destnîşan kir ji bo ku car din bûyerên bi vî awayî neqewimin divê Yewnanistan dawî li çalakiyên xwe yên provokatîf ên li Egeyê bîne û bi cidiyet nêzî pêvajoya Tevdîrên Zêdekirina Pêbaweriyê ya ku di bin banê NATOyê da dan destpêkirin bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE