"Em xwedî li hemû kesên ku ji aboriya Türkiyeyê bawer dikin derdikevin"

Erdogan li Sokeya navçeya Aydinê di merasima vekirina Fabrîqeya Kaxezan ya Bati Kîpaşê da axivî.

"Em xwedî li hemû kesên ku ji aboriya Türkiyeyê bawer dikin derdikevin"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Hikûmeta me cudahiya xwemalî û biyanî nake, kesî cihê nake û xwedî li kesên ku ji aboriya Türkiyeyê bawer dikin, derdikeve."

Erdogan li Sokeya navçeya Aydinê di merasima vekirina Fabrîqeya Kaxezan ya Bati Kîpaşê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê Fabrîqeya Kaxezan ya Bati Kîpaşê da got ku bi vê tesîsê wê îtxalata kaxezan ya bi 250 milyon dolarî biqede û di heman demê da wê bi 200 milyon dolarî îxracat bê kirin.

Erdogan diyar kir ku hikûmeta wan cudahiya xwemalî û biyanî nake, kesî cihê nake û xwedî li kesên ku ji aboriya Türkiyeyê bawer dikin, derdikeve.

Serokomar Erdogan diyar kir Türkiye mîna ku mixalefet îdia dike bi firotina fabrîqeyan firingiyan nakire, berevajiyê vê dewleteke wisa ye ku navenda îmalatê ya Afrîka, Asya û Ewropayê ye û wiha peyivî, "Cahilên difikirin ku Türkiye kayê îtxal dike bira di dewsa gotinên badilhewa da ji Sokeya Aydinê dest pê bikin û li herêma me ya pîşesaziyê ya organîze bigerin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE