"Em zarokên xwe dixwazin”

Dayikên dilşewat ev du meh in ji bo zarokên xwe li ber deriyê HDP’ê ne

"Em zarokên xwe dixwazin”

Li Diyarbekirê, dayikên dilşewitî hêj li ber HDP'ê nobetê digrin. Di ser destpêka berxwedan û çalakiya dayîkan re 60 roj derbas bû lê tu xeber ji ewladên wan nehat. Dayik dibêjin; "êdî bes e, bila zarokên me ji me re bînin. Heta zarokên me neynin em ji vir ranabin".

Ne rojek ne jî du roj…ev dayik û bavên dilşewitî 60 roj in ku nobeta ewladê xwe digirin…

Dayik dibêjin zarokên me bi riya HDPê derketin çiyê. Loma jî ji 3yê îlonê bi vir va li ber avahiya HDPê rûdinin.

Malbatên kurd bi biryardarî û têkoşîneke mezin doza ewladên xwe yê wenda dikin.

Malbat dibêjin heta zarokên me neyên em naçin malê.

Loma jî beriya serma dest pê bike ji bo wan li ber HDPê kon hat vedan.

Dilê malbatan bi hesreta zarokan dişewite. Dê û bav dixwazin rojek beriya rojekê zarokên wan ên ku hatine xapandin vegerin.

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE